Leyla Guven ji bo Roza nivîsî

  • 09:09 13 Çile 2023
  • Ji Pênûsa Jinan
 
“Zaroka wek navê xwe kulîlk, zaroka xweşik. Zaroka tevî her tiştî bi înyat dikene. Zaroka bi înyat dikene…Ji ber her ku keniyaye xurt bûye Roza…”
 
Leyla Guven
 
“Roza… Zaroka wek navê xwe kulîlk, zaroka xweşik. Zaroka tevî her tiştî bi înyat dikene. Zaroka bi înyat dikene…Ji ber her ku keniyaye xurt bûye Roza. Hîna du salî bû ji dayika xwe veqetyaye. Dayika wê ji bo cîhaneke xweş ji bo zarokan bihêle têkoşîn daye û hatiye girtin. Hepsê nav çar dîwaran, cihên dijî xweza mirovahiyê hatiye kirin. Rozayê ewil ev veqetîn fêm nekiriye lê her ku mezin bûye pirsa ‘dayika min li ku ye, çima nayê’ dike. Ewil dibêjin ‘dayika te nexweş e, li nexweşxaneyê ye’.  Ew jî bawer dike. Lê mezin dibe û diçe kreşê Roza. Li wir dibîne ku zarok ji aliyê dayikên xwe ve tên girtin û danîn. Ji ber vê her tim pirsa ‘Bavo çima dayika min nayê, çima nayê min ji kreşê nagire’ dike.
 
Di nav 40 deqeyî de çi bê kirin
 
Difikire ku ev nexweşî nexweşiyek çawa ye û êdî ji mezinên xwe bawer nake. Ji ber Roza ji derewa nexweşiyê bawer nake, jê re dibêjin ‘dayika te jî li kreşek din wek mamoste dixebite’. Ku jixwe dayika Rozayê jî bi rastî mamoste ye. Dibêjin kreş biqede wê dayika te bê. Roza bawer dike. Bi dayika xwe re bi telefonê de diaxive û dibêje ‘tu yê havînê bê’. Planên weke ‘havîn bê wê kreşa dayika min jî biqede ya min jî biqede, em ê bi hev re şîrcemedê bixwin’ dike. Roza mezin dibe lê ya herî girîng jî dayika xwe ligel xwe dixwaze. Bi dayika xwe re bi telefonê 10 deqeyan diaxive. Mehê carekê diçe hevdîtina 40 deqeyî. Li wir dayika xwe hembêz dike, maç dike, dilîze û direqise. Di nav 40 deqeyî de çi karibe bike, dike Rozakê.
 
Yekane daxwaza wê bi dayika xwe re razê…
 
Di dema xatirxwestinê de ji dayika xwe re dibêje ‘Were em bi hev re biçin li kreşa min bixebite’. Dema diçe hevdîtinê jî dibêje ‘Ez diçim kreşa dayika xwe’.  Lê rojekê di hevdîtinê de gardiyanan nîşan dide û dibêje ‘dayê ev kî ne?’ Roza êdî hinek tiştan fêm dike lê nikare watedar bike. Çima ji dayika xwe hatiye veqetandin, dayika wê xerabî li kê kiriye! Çima…Lê yekane daxwaza wê bi dayika xwe re bilîze, razê, bi hev re biçin kreşê, dayika wê porê wê şeh bike. Yanî bi kurtasî dixwaze bi dê û bavê xwe re bijî…
 
*Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven a li Girtîgeha Tîpa T ya Xarpêtê dimîne, ji wêneyê hevseroka HDP’a Dêrsîmê ya berê Songul Erden Şahîn a girtî ku bi keça xwe Roza re kişandiye, ev name nivîsî.