'Hejmara bêkaran derket 8 milyon û nîvan'

  • 15:29 12 Îlon 2022
  • Ked/Aborî
 
STENBOL - Li gorî Rapora Bergeha Bêkarî û Îstîhdamê ya DÎSK-AR’ê, hejmara bêkariyê ya li Tirkiyeyê derket 8 milyon û nîvan. 
 
Navenda Lêkolînan a Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK-AR) têkildarî daneyên Saziya Îstatîstîkan a Tirkiyeyê (TUÎK) ku tîrmeha sala 2022’yan esas digirt û di 12’yê îlona 2022’yan de hate parvekirin, bi sernavê “Bergeha Bêkarî û Îstîhdamê” raporek parve kir. Li gorî raporê; hejmara bêkaran ku li gorî pênaseya berfireh hatiye kirin, derketiye 8 milyon û nîvan. 
 
Di raporê de hat bibîrxistin ku encamên Lêkolînên Hêza Kar a Endamên Malbatê (HÎA) a tîrmeha 2022’yan a TUÎK’ê, di 12’yê îlonê de hatiye parvekirin. 
 
Di raporê de hat gotin ku rêjeya bêkariyê ya xwedî pênaseya teng ku bandora demsalan hatiye paşguhkirin ji sedî 10,1 û ya ku bandora demsalan berçav hatiye girtin û xwedî pênaseyeke berfireh jî ji sedî 22,4 e. Bi domdarî DÎSK-AR’ê da zanîn ku li gorî pênaseya berfireh, bêkariya li Tirkiyeyê di tîrmeha 2022’yan de derketiye 8 milyon û 415 hezar kesan.