Jinan krîza aborî nirxandin: Berpirsê krîzê desthilatdarî ye

  • 09:05 28 Çile 2023
  • Ked/Aborî
 
WAN - Ji ber buhabûna ji bo nan hatiye kirin welatî ji bo nanê kartû bigirin dikevin rêzê û hinek rojan nikarin wî nanî jî bigirin. Welatiyan diyar kirin ku berpirsê krîza aborî desthilatdarî ye û çareserî jî yekîtiya Kurdan e.
 
Krîza aborî roj bi roj giran dibe û hêza girtinê ya welatiyan jî dikeve. Di Qanûna Butçeya ku meha kanûna 2022’yan de pêşkêşî meclîsê hat kirin de di bin navê ewlehî û parastinê de 388 mîlyar û 903 mîlyon û 150 hezar hat veqetandin û ligel vê ji bo emniyet, cenderme, Lijneya Ewlehiya Neteweyî, Fermandariya Ewlehiya Peravê û saziyên wek vê jî butçe hat veqetandin. Desthilatdariya ku beşek mezin ji şer re veqetand, ji bo gel jî zem li ser zemê hêja dît. Encamên krîz û şer bandorek mezin li ser gel dike. Jinên Wanê  der barê mijarê de ji ajansa me re nirxandin kirin.
 
Jinên Wanê diyar kirin ku piştî zem ji bo nan hatiye kirin û biha bûye 4 TL diçin nanê kartû digirin. Jinên saet di 05.00’an de radibin diçin ber nanpêjan dikevin dorê û  nanê rojek, du rojan jî sê roj berê maye bi nîvbiha digirin. Jin ji bo vê bi saetan dipên û carnan jî ji ber nan tune ye destvala vedigerin.
 
‘Ez carna destvala vedigerim’
 
Sacîde Ozdemîr diyar kir ku nanê kartû jî nabînin û wiha got: “Em ji qirika xwe dikin naxwin. Em êdî nikarin nanê kartû jî bigirin. Piştî nimêja sibehê ez diçim li ber nanpêjê dikevin dorê. Carna ji ber kes pir zêde ne dor nayê min û nan namîne.”
 
‘Ez xwe bigihînim çi gelo?’
 
Sacîdeyê bertek nîşanê rewşê da û wiha anî ziman: “Ez nexweş im û tevî vê bi saetan rê dimeşim ku biçim nan bigirim. Hewa pir sar e. Ez saetan dipêm ku dor bê min. Em jin diçin. Carna pir qelebalix dibe. Ez rojê 20 nanan digirim. Ji bo vê 40 TL didim. Ev nan erzan e. Pir caran em vî nanî jî nabînin. Ji vê saetê şûnde ev aborî sererast nabe. Ev bihabûn û zilm wê bidome.”
‘Ez ne dikarim bigirim ne dikarim bipêjim’
 
 
Sevîm Gunay jî sibehê zû diçe ku nanê kartû bigire. Sevîmê her roj diçe û ev nirxandin kir: “Tevî ez pir zû diçim jî gelek caran nan namîne. Ez rojane 10-15 nanî digirim. Carna mêvan bên 20-25’an digirim. Berê nanê xwe min dipêjand. Lê êdî wê jî nakim. Çewalê ard bûye 570 TL. Em nikarin bigirin ne jî dikarin bipêjin.Neçarî têm nanê kartû digirim. Em niha dema xelayê dijîn. Berpirsê vê desthilatdarî ye. Ev zilm û mexdûriyet wê bi yekîtiya Kurdan ji holê rabe.”