Li Şemzînanê kevneşopiya çêkirina kofiyê didome

  • 09:01 29 Çile 2023
  • Ked/Aborî
 
Rabîa Onver
 
COLEMÊRG - Pîruze Gelîcî ku kevneşopiya kofî ku di çanda kurd de rola wê girîng e dimeşîne, diyar dike ku ew ji ber vê kevneşopiyê dide jiyîn gelek kêfxweşe û li aliyê din jî çêkirina kofiyê fêrî kesên din jî dike.
 
Kofî ku yek ji xemla herî girîn ya cil û bergên çanda kurd e, li Colemêrg û navçeyên wê hîna tên bikranîn. Jin di mîtîng, Newroz û bernameyên taybet de kofiyên xwe didin serê xwe. Jinên kurd tevî hemû polîtîkayên zext û asîmîlasyonê çanda xwe didin jiyîn.
 
Hoste pir kêm mane
 
Li Colemêrg û navçeyên wê kofî ji aliyê jinan ve tê bikaranîn. Girêdana kofiyê jî pir taybete û her kes nikare bike. Di vê mijarê de hejmara kesên kofiyan girê didin pir kêm e. Li Şemzînanê Pîruze Gelîcî vê kevneşopiyê didomîne.
 
Pîruze bi hevjînê xwe yê di qezayekê de her du lingên xwe winda kiriye, vî karî dikin û pê debara xwe dikin.
 
‘Ji her derê sîparîş hatin’
 
Pîruze diyar dike ku dema li gund eleqeya wê ji bo karên destan zêde bûye û got: “Me patik û laçik çêdikirin. Hevjînê min mamoste bû. Mala me li gund bû. Ez jî bi baxçe re mijûl dibûm. Hevjînê min piştî qezayekê seqet ma û dest ji mamostetiyê berdan. Me got em bi hev re karekî bikin. Me got em kofiyan çêbikin. Ewil fikarên me hebûn Piştre me çend kes dîtin. Wisa hêdî hêdî karê me zêde bû. Me sîparîş girtin. Kofî mîrateya çanda kurd e. Ji ber em vê kevneşopiyê dimeşînin em kêfxweşin. Yên me dibihîzin sîparîşan didin. Em gelek kêfxweş dibin. Ji ber em çanda xwe didomînin û keda me li her derê tê dîtin em kêfxweşin.”
 
Krîzê bandor li bihayên kofiyan jî kir
 
Pîruzeyê balkişand ser krîza aborî û ev tişt anî ziman: “Kî bixwaze fêr bibe tê gel me em fêrî wan dikin. Çiqas kes fêr bibin evqas baş e. Plana me heye ku em cihek wek atolye vekin. Hedefa me atolyeyek e. Em kumaşan ji başurê Kurdistanê digirin. Berê me bi 100 TL difrot niha ji ber bihayan bi 200-300 TL em difroşin.”