Mîlena û Salome: Hesta Nietzsche ji îmgeya Kafka wêdetir, rewşa Mêr a Felsefeyê

  • 09:03 13 Çile 2023
  • Nîqaşên Jineolojiyê

"Tevî em dibêjin ku nîvê dîroka cîhanê tê zanîn nîvê din jî tenê ji aliyê hinekan ve tê nivîsin, pirsa ‘Ya van kesan tiştên baş nivîsin’ mijara îtîrazê didomîne."

Fatma Koçak
 
Abdullah Ocalan bi sê teşeyê nêrîna li hember jinê îfade dike. Hestî, îmgeyî û felsefî-fikrî. Nêzîkatiya mêran li vê lêpirsîn dike. Ji ber mijara dosyayê mêr e, em jî di esasa dîroka jinê de vê wisa vebêjin. Bi taybet di vir de girîng e ku em rewşa jinên ku hatine binpêkirin, cuda hatine dîtin, nêrîna mêr a li hember jinê, bigirin dest. Di pirtûkan de pêkane mirov fikrên mêr yên bê lêpirsin bibînin. Lê hinek mêrên ku desthilatdarî, felsefê û mirovan lêpirsînkirin jî hene. Fatmagul Berkan di pirtûka xwe ya ‘dîroka zayendê’ de dibêje li dîroka zayendê binêrin.
 
Belê di dîroka ku korbûneke yek alî tê jiyîn de, bi teşeyên cuda jin veguhertine alavan. Em jinê wek kirde digirin dest ji bo ev kirde derkeve holê jî em şîroveyan dikin. Gelo kî dikare me wisa şermezar dike? Nietzsche û  Kafka bêguman bi fikr û nêrînên xwe piştgiriyek mezin dane dîroka mirovahiyê. Divê ev aliyên wan ji bo cîhana wan ya hundirîn bê nirxandin. Ji bo nêrînên wan yên felsefîk û piştgirya wan ya ji bo zanista cîhanê ne mijara vê nivîsê ye. Li pişt tiştên tên dîtin jiyanek wiha heye.Yanî bi qasî tiştên dinivîsin, çalakiyên wan yên rojane, têkiliyên wan, gotinên wan; Wê gelek kesên rexne bikin hebin. Tevî em dibêjin ku nîvê dîroka cîhanê tê zanîn nîvê din jî tenê ji aliyê hinekan ve tê nivîsin, pirsa ‘Ya van kesan tiştên baş nivîsin’ mijara îtîrazê didomîne. Ji dema olên yek xweda ber bi dogma yek zanistê ve pêşketin, bêguman wê xwe tenê heyî bike û rastiyê berovajî bike. Bi gotina Hannah Arendt ‘Çalakiya mirov a li ser heqîqetê dûriste hewce bi lêpirsînkirinê heye. Bêguman di vir de Nîetzsche û Kafka di darizandina dîroka baviksalariyê de di kursiya gumanbar de rûnandin.
 
Simone de Beauvoir, dibêje, “Mirovahî mêre, mêr jinan ne ji bo xwe ji bo mêran vedibêje; Jin hebûnek xweser nayê dîtin… Jin ji bo mêr wek referans tê nasîn û cudakirin. Jin ne kirdeye. Mêr kirdeye, ya taybete, jin jî ya din e, di plana dawî de ye’. Fatmagul Berktay li ser vê disekine û vê ji ser Nîetzsche wiha vedibêje: “Metafor, şîroveyên fîlozofan yên der barê jinan de ne pêkane bên qebûlkirin.” Mînak Nîetzsche di Zertuştiyê de mêr bi kurahî dinirxîne lê jinan hema wisa ji ser ve digire dest û pêşkêş dike. Li gorî wî jin tenê alava welidînê ye- yekane çareseriya pirsgirêkan a jinan heye: Ducanîbûn! Ji bo mêr jî jin hem xetereye hem lîstike. Derrîda dibêje Nîetzsche dema behsa ‘jirûve’ ya jinê dike di esasê de behsa ‘gîzem û nezelaliyê’ dike. Lê dîsa jî jinê hewcedarê mêr dibîne, jinê kêm dibîne.
 
Salome ku li ser evîn, ol, felsefe û psîkolojiyê bi sedan gotar nivîsî û 15 jê roman 19 pirtûkên wê hene bi gotinên wekê ‘Ez girêdayê bîranîna dimînim lê girêdayê mêr namînim’ li dijî serdestiya mêr serîhildaye û wekê tolê bigire têkoşiyeye. Salome feylozofek jin bû. Salome di 19 salî de tevî malbata wê naxwaze jî diçe Zurîhê. Gelek jinên li Rûsyayê di qada entelektuel de xebat dimeşandin wê demê li zanîngeha Zurîhê perwerde dîtibûn. Salome li wir perwerda teolojî, felsefe û dîroka hunerê girt. Di 24 salî de romana xwe ya ‘şerê min yê bi Xweda re’ ya ewil nivîsî. Nîetzsche nas kir û  nîqaşên li ser felsefeyê bi wê re şopên giran hişt. Salome têkiliya zewac an jî sedeqetê bi sînor didît û ji ber vê jî her tim ji têkiliyên wisa xwe dur girt. Daxwaza wê azadî û gîzema jiyan û dostaniya entelektuel bê çareserkirinê bû. Lê Nîetzsche jî têde hemû entelektuelan- îro jî ne cudaye- dema mijar dibe jin kalibên kevneşopiyan neşikandine. Di mijara azadiyê de tenê mêran dikaribû gotin bigota û dema jinekê nêrîna xwe ji bo azadiyê bigota ev dibû sedema xofê. Redkirina daxwaza zewacê ya Nîetzsche jî destpêka lînça mêr yanî ‘karasetê’ bû. Ev nefreta kûr a Nîetzsche qezenc kir.
 
Li gorî Salome zewac kujerê hezkirinê, evîndariyê bû û kesên bi hev re zewicandî jî ji bo hev tu wateya wan tunebû. Salome digot ‘Riya ji daxwaza beden diçe sempatiya rih tune, lê ji ya duyem dikare biçe ya yekem.’ Piştî wê dîrokê şûnde Salome ne bi berhem û afrîneriyên xwe, bi redkirina daxwaza zewacê ya Nîetzsche û tolgirtina ji dîroka mêran a ku bû sedema aqilavêtina wê hat nivîsin. Jinê dikariû li dijî daxwaza zewacê biryara red bidana? Fatmagul Berktay  ji bo Nîetzshce ku zayendperest dibîne û hemû felsefekarên din wiha dibêj ‘Divê fîlozof hemû îdiayên xwe yên der barê zayendperstiyê de jibirî bikin.’Franz Kafka jî di çaryeka sedsala 20’an de bi berhemên xwe civaka rojava û kapîtalîzm-desthilatdariyê baş dide lêpirsînkirin. Nêzîkariya Kafka a li hember jinê jî ji îmgebûnê zêdetir naçe.
 
Nîşe: Berdewama nivîsê bi sernavê ‘Di bin siya mêran de jina tî maye: Mîlena’ wê hefteya pêş bê weşandin.