'Lêgerîna heqîqetê ya Nagîhan Akarsel bi dawî nebû'

  • 09:33 13 Cotmeh 2022
  • Portre
Dilan Babat
 
KONYA - Nagîhan Akarsel a ku tu carî dawî li lêgerîna heqîqetê neanî li dû xwe mîrateyek mezin hişt. Nagîhana k uji jiyana Sakine Cansiz û Helbestkara Îranî Furug Ferruhzad bi bandor bû bi rêhevaltî, jêhatîbûn, eleqeya ji bo pirsgirêkên jinan li dû xwe têkoşîneke mayinde hişt. 
 
Nagîhanê diyar dikir ku ew her tim di nava jiyana Furugê de tiştekî ji xwe dibîne. Nagîhana ku gotina Sakîne Cansiz a "Her pevçûn bû jiyana min"ji xwe re wekî felsefeyekê hilbijartibû di 24'ê Hezîrana 1977'an de li Gundê Golyazi yê Cihanbeyliya Konyayê ji dayik dibe. Li gund ji ber mêr diçûn derveyî welat dixebitîn bêtir zarok û jin hebûn û Nagîhanê bi hişmendiya parastina mafê jinan mezin bû. Birayê wê ji ber dest bi dibistanê dike ew jî dixwaze biçe û zû dest pê dike. Dibistana amadehiyê diqedîne û diçe Konyayê ji bo ku amadekariya zanîngehê bike. 
 
Lêgerîna edaletê
 
Nagîhanê di 1993'yan de dikeve azmûnê û puanekî baş digire. Li Zanîngeha Gaziyê beşa rojnamegeriyê dixwîne. Ji zarokatiya xwe heta mezin dibe lêgerîna wê ya heqîqetê didome. Di 1994'an de bavê wê yê diçe Ewropayê jiyana xwe ji dest dide. Nagîhanê piştre diçe Enqereyê û li wir bi 6 hevalên xwe lêgerîna heqîqetê didomîne. Derbarê vê yekê de malbata xwe agahdar nake tenê ji xwişka xwe re dibêje "ger tiştek bi min bê berpirsiyariya malê aîdî te ye. Ez bandorê li ser her kesî dikim lê belê nikarim li te bikim." Malbata wê demek dirêj jê xeberê nagirin lê baweriya malbatê bi sekna wê ya xurt tê. 
 
Serdema girtîgehê
 
Dema tê Tirkiyeyê di 2001'ê de li Enqereyê tê binçavkirin. Piştî 14 rojî ya binçavkirinê Nagîhanê dibin Girtîgeha Ulucanlar a Enqereyê. Nagîhanê di vê serdemê de Leyla Zana, Orhan Dogan, Hatip Dicle, Selim Sadak nas dike. Piştî rûniştina duyem Nagîhanê dişînin Girtîgeha Amasyayê û 5 sal şûnde tehliye dibe. Nagîhanê aliyê xwe yê xwendinê li derve jî didomîne. Biryarê dide ku zanîngeha di nêvî de maye temam bike. Li Zanîngeha Hacetepeyê xebatên akademîk dike. Di 2008'an de jî li Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) dest bi rojnamegeriyê dike. 
 
Têkoşîna wê ya hebûnê
 
Nagîhanê li Enqereyê dest bi rojnamegeriyê kir. Li ku pêdivî bi çi karî hebûya ew dikir. Dilnizm bû û nedixwest di dilê kesekî de bihêle. Nagîhana ku dev ji lêgerîna heqîqetê berneda digot "Ez ê di temenekî ciwan de bimirim, çimkî ew ê vê fikirandina kûr bikuje." 
 
Berê xwe dide çîrokên jinan 
 
Nagîhanê di 2013'an de li ser karê jinan kûr bû û dev ji DÎHA'yê berda. Di salên 2014-2015'an de berê xwe bi Rojava vedike. Ew berê xwe dide çîrokên jinan. Her wiha li beşa Jineolojiyê ya Zanîngeha Rojava wekî akademisyen peywirê digire. Ji bo çîrokên jinên Êzidî yên bi hovîtiya DAÎŞ'ê rû bi rû man, li cîhanê belav bike vê carê berê xwe da Şengalê. 
 
Xeyalê gundê jinê
 
Nagîhanê piştre ji Şengalê derket çû bajarê Silêmanî yê Başûrê Kurdistanê û ji rojnameya Ozgur Gundemê nivîs nivîsand. Wê tenê ji rojnameyê re nedinivîsand her wiha li Silêmaniyê di nava xebatên Jineolojiyê de jî cih digirt. Xeyalekî Nagîhanê yê herî mezin ew bû ku gundê jinê ava bike û pirtûkxaneya jinê ya mezin ava bike. 
 
Em ê ji devê Reyhan Yildirimci ya di dema xwendina Zanîngeha Gazî ya Enqereyê bi Nagîhanê re dima, li têkoşîn û jiyana Nagîhanê guhdar bikin. 
 
'Dixwest pirsgirêkan çareser bike'
 
Reyhanê bi lêv kir ku Nagîhana zanîngeh qezenc kiribû dihat mala wan û got:"Ew miroveke dilniz bû, di dilê kesekî de nedihit. Bi her kesî re têkilî datinî û di dilê wan de hezkirinek ava dikir. Wê gelekî baş li mirovan guhdar dikir. Çavdêrî dikir û wekî ku pirgirêka wê bû nêzîkî pirsgirêkan dibû. Dema encam serkeftî bûn ji dilnizmiya xwe tiştek winda nedikir lê belê dema pirsgirêk bê encam diaman xwe pir zêde rexne dikir. Ji bo ez bi Nagîhanê re hîn bêtir demê derbas bikim me pev diçinî."
 
'Pir li berxwe dida'
 
Reyhanê da zanîn ku Nagîhanê baweriyek dida mirovan û got:"Dema mirov ne li gel Nagîhanê ba jî digot qey li gel wê ye. Dema hat Enqereyê ji bo bibe rojnamegereke baş li berxwe dida. Heta nîvê şevê deh tilî dixebitî. Nivîs dinivîsand, lêkolîn dikir. Dixwest gundê jinê ava bike. Bi jinan re sohbet dikir û ji bo jinan digot jiyaneke alternatîf heye. Pir li berxwe dida."
 
'Çi xwest, pêk anî'
 
Reyhanê diyar kir ku Nagîhanê çi xwest pêk anî lê belê niha bi xwe re dixeyide dibêje çima min xeyalê gundê jinan pêk neanî û wiha pê de çû:"Ez hêvî dikim ku yên li dû wê vî xeyalî wê pêk bînin."