Jina bi têkoşîna xwe bû hêz: Eyşe Şan

  • 10:07 18 Kanûn 2022
  • Portre
Medya Uren
 
AMED - Hunermenda kurd Eyşe Şan berî bi 26 salan îro jiyana xwe ji dest da.  Eyşe Şan a bi hesreta welatê xwe nefesa xwe ya dawî da hertim ziman, welat û nasnameya xwe ya jinbûnê parast û bi vê têkoşîna xwe hêz da hemû jinan.
 
Jinên Kurd ne tenê li hemberî hişmendiya serdest ya mêr têdikoşe, li hemberî  serdestên ku nasnameya zayendî û nasnameya kurdbûnê tûne dihesibînin têdikoşin. Yek ji wan jinên ku di çaxa xwe û di çaxa niha de jî bi deng û kiryarên xwe bûye nimuneya serhildanê jî Eyşê Şan e. Eyşê Şana bi deng û denbêjiyên xwe yên xweştirîn tê naskirin di heman demê de xwedî nasnameya jinek serhildêr e. Bi dengbêjiya xwe dîrokek anî ziman û heya niha jî ji bo jinan dibe feys.
 
Eyşe Şan, di Mijdara 1938’an de weke zaroka malbatek li Amedê tê naskirinê ji dayik dibe. Diya wê Heciye  jî ji Erzurumê ye. Bavê wê Osman jî ji eşîra Cibran e. Di wê çaxê de jî bavê Eyşe Şan bi dengbêjiya xwe dihat naskirin. Li mala wan hertim dîwanên dengbêjiyê dihatin danîn. Ji ber vê jî Eyşê Şan hîna di zarokatiya xwe de dengbêjiyê nasdike.  Di warê çand, dîrok, stran û klamên kurdî de perwerdeya xwe ya yekem bi vî rengî digre. Bandora wan dîwanan jî bi gotina, “Xweziya zimanê wan dîwaran hebûy da ku wan dîwanên dengbêjan bianiîna ziman. Min li qûncekê li wan dengbêjiyan guhdar dikir. Ewqas diketim bin bandora wan kilaman, kê gazî min kira jî min nedibihîst." tîne ziman.
 
Li sirgûnê ji bo ziman li ber xwe da
 
Eyşe Şan di temenê xwe yê biçûk de jî klaman dibêje. Bi stranên dibêjî re bala derdorê jî dikşîne ser xwe. Lewera Eyşe Şanê di sala 1958’an de li ser daxwaza bavê xwe tê zewicandin û ji zewaca ku nedixwest keçek wê çêdibe. Ev zewac di demek kin de diqede. Ev jî bandorek mezin li ser Eyşe dike. Di nava malbatê de hem ji ber dawî li zewaca xwe aniye û hem jî ji ber dengbêjî dikir dihat tewanbarkirin û zext lê dihat kirin. Eyşe li hemberî vê hişmendiya paşverû ji bo bi awayek azad dengê xwe bilind bike koçberî  Dîlokê dibe. Li wir demekê di radyoyê de stranan dibêje. Lê belê ji ber di wan deman de zimanê kurdî zimanek qedexekirî bû hem kurdî û hem jî tirkî stran dibêje. Rûxmê qedexeyan jî di sala 1963’an de diçe Stenbolê û kasetek bi stranên kurdî ye tije dike. Bi strana xwe ya “Ez Xezal im” re tê naskirin û ji ber bi kurdî stranan dibêje jî tundî lê tê kirin. Ew di sala 1972’an de neçarî dibe û koçberî Elmanyayê dibe. Rûxmê qedexeyan ew hewil dide bi zimanê xwe dengê xwe bide bihîstin. Bi deme re jî ji kaseta wê ya yekem stranên “Lê Lê Ximşê”, “Lorke”, “Sîverek Yollarında” û “Li Xurbetê” bi nav û deng dibe.
 
Dibe yek ji degbêjên herî navdar
 
Dema keça wê ya 18 mehî Şehnaz  jiyana xwe ji dest dide, Eyşe Şan pêvajoyek zehmet dijî. Bi wê re navberek kurt dide stranbêjiyê. Piştî wê vedigere Tirkiyê. Mixabin zextên heyî berdewam dikin û ew di sala 1979’an de diçe Iraqê. Di Radyoya Bexdayê de dest bi xebatê dike. Radyoya Bexdayê jî weke Radyoya Êrîvanê bi zimanê kurdî xebatên çandî dide meşandin û weşanê dike. Di wê demê de Mihemed Arîf, Hesen Cizrawî, Mihemed Şêxo, Tehsîn Taha, Meryem Xan, Îsa Berwarî, Kawîs Axa, Gulbahar, Nesrîn Sêrwan, Cemîlê Horo û EyşE Şan dengbêjên herî dihatin naskirin û guhdarkirin bûn. Li Hewlêr, Musil û Dihokê bi konserên dide re Eyşe Şan tê naskirin û di dilê gel de cihê xwe digre. Di vê demê de jî bi taybetî li ser çand û zimanê kurdî berheman derdixe.
 
Bi hesreta Amedê dawî li jiyana wê tê
 
Eyşe Şan careke din vedigere Tirkiyê û li Îzmîrê dimîne. Ji ber ku bira û malbata wê gefên mirinê lê dikin ew careke din Amedê nabîne. Diya wê li ber sekeratê dixwaze Eyşe Şan bibîne û rûxmê vê jî daxwaza dawî ya diya wê nayê cih. Destûr nayê dayîn ku Eyşe biçe ser gora diya xwe jî. Eyşe li ser vê bi kilama “Xerîbim Dayê” re êşa xwe parve dike û di axaftina xwe de dibêje: “Diya min derdê min yê herî giran bû. Diya min gotibû bila Eyşe were ser min, ew ê tenê birîna min baş bike û li min guhdar bike. Xwişka min vê gotinê dizanî lê ji min re negotin. Ez bi mirina wê nehesiyam. Ji xeyrî diya min kesê min nebû.” Eyşê Şanê di 18’ê Kanûna 1996’an de li Îzmîrê ji ber nexweşiya penceşerê jiyana xwe ji dest dide. Eyşe daxwaz kiribû ku ew li Amedê were definkirin lê ev daxwaza wê jî nayê cîh û bi girseyî li Îzmîrê tê definkirin.
 
‘Tiştek nikare jiyana min bêje’
 
Eyşe di roportajeke ku dide de wiha qala jiyana xwe dike: “Ne pirtûk ne jî ziman têra qalkirina jiyana min dike. Ez ketim xurbetê. Min keçek hebû pê sebra xwe bînim. Dema ew jî mir, min dikir ku aqlê xwe bixwim. Ez hertim tenê bûm û bi tenêtir mam. Rûxmê hertiştî ez tenê li ser lingan mam û li pey ya xwe bûm. Min destûr neda ku kes bikaribe min. Wê demê jinek nedikarî bi sera xwe bigere û klaman bêje. Plakên hatine çêkirin gelek tê firotin. Lê belê ji ber min gelek baş nedizanî tîcareta vê yekê gelekî min xapandin. Li Stenbolê gelek kes bi firotina plakên min re dewlemend bûn û bi çend quruşan re min hêştin.”