Parîs Abîdeya Serkeftinê êdî ji te şerm dike!

  • 09:03 8 Çile 2023
  • Portre
 
Melek Avci
 
ENQERE - Meh çileye û Gelê Kurd di 2013’yan de bi agahiyek êş daketin qadan û ji bo Sakîne Leyla û Fîdanê dest bi lorînan kirin. Tevî 10 sal derbas bû ne têkoşîna sê jinên kurd hat jibîrkirin ne jî kesên ku komkujî pêk anîn hatin jibîrkirin.
 
Di pêvajoya ku hevdîtinên der barê çareseriya pirsgirêka kurd de di navber Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û dewletê de hatibû destpêkirin û parlamenterên Partiya Demokratîk û Aştiyê (BDP) yekem car çibûn Îmraliyê, di 9’ê çileyê 2013’yan de sê siyasetmedarên kurd yên jin li Parîsê li Buroya Enformasyona Kurdistanê hatin qetilkirin.
 
Parlameterên DBP’ê di 3’yê çileyê 2013’yan de çûn Îmraliyê. 6 roj piştî vê komkujî pêk hat û yek ji kadroya damezrîner a PKK’ê Sakîne Cansiz (Sara), Endama Tevgera Ciwanan Leyla Şaylemez (Ronahî) û Nûnera Kongreya Netewa Kurdistanê (KNK) ya Parîsê Fîdan Dogan (Rojbîn) hatin qetilkirin. Di van 10 salan de gumanbar nehatin darizandin. Doz tenê xistin tetikêş û piştî salan şûnde ji îtîrafên ji Tirkiyeyê hatin û tevî hemû delîlan hikûmeta Fransa neket tevgerê. Piştî 10 salan şûnde komkujiyek nû li Parîsê pêk hat. Hikûmeta Fransayê ku li navîna Parîsê Gelê Kurd neparast, li hember bertek û hêrsa Gelê Kurd bi bombeyên gazê bersiv da.
 
Leyla Şaylemez dema hat qetilkirin 25 salî bû û ronahiya wê û çîroka wê divê hişê me dubare dubare bibîr bîne.
 
Riyên surgunê
 
Yek ji sê jinên hatin qetlkirin Leyla bû û ya herî ciwan bû. Malbata wê ya li Licê dijiya ji ber zextên dewletê koçî Mersînê dike. Leyla li wir tê dinê. Di 1’ê çileyê 1989’an de li Mersînê tê dinê û zarokatiya wê li wir derbas dibe. Zextên dewletê li wir jî didomin. Leyla bi malbata xwe re koçî Ewropayê dike.
 
Leyla û malbata ku bêyî yek alavên xwe bigirin çûn Elmanyayê li bajarê Halle ya eyaleta Saksonya-Anhalt bi cih bûn. Bi salan têkoşîna jiyanê dan. Malbatê ligel dibistanên Alman, zarokên xwe ji çanda xwe dûr nehiştin û birin Komeleya Kurd. Leyla li wir di koma reqsê de cih digire.
 
Hêrsa Leylayê ya li dijî zextên dewletê mezin dibe û wek Sakîneyê biryar digire ku hêrsa xwe biguhere pevçûnê. Leyla di 2008’an de çalak tevlî xebatan dibe û 2 sal şûnde di 2010’an de tevlî PKK’ê dibe. Leyla piştî demekê dîsa vedigere Ewropayê û xebatên ciwanan dimeşîne. Leyla ku bi biryar û samimiyeta xwe dihat nasîn 9’ê Çileyê 2013’yan  de bi Sakîne û Fîdanê re hat qetilkirin…
 
‘Armanca wê çûyîna çiyayê azad bû’
 
Leyla di 2008’an de ku tevli hevalên xwe dibe, ji bavê xwe re nameyekê dinivîse û dibêje: “Armanca min çûyîna çiyayên azad bû, ez gihiştim armanca xwe.” 
Amûjna wê Nursel Şaylemez der barê Leylayê de wiha digot "Leyla zarokek pir bi tevger bû. Nikaribû li cihê xwe rûne." Nurselê diyar kiribû hestra herî mezin a Leylayê ev bû ku biçe Amedê, tevli Newroza Amedê bibe. Mîrateya ku van her sê berxwedêrên kurd hiştin, jinên kurd hilgirtin. Her meha çile ji bibîranînê wêdetir, bûye sembola berxwedanê.