Jinan deklerasyon nirxand: Bû hêvî

  • 12:26 25 Îlon 2022
  • Ramyarî
 
Marta Somek - Rozerîn Gultekîn
 
STENBOL - Jinên ku derbarê deklerasyona Tifaqa Ked û Azadiyê ya di hevdîtina gel de hat xwendin de axîvîn, diyar kirin ku deklerasyona armanca wê çareserî ye hêviyê dide wan.
 
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), di çarçoveya Deklerasyona xwe ya ku bi dirûşma, "Banga ji bo Demokrasî, Edalet û Aştiyê" de ku di 27ç2ê Îlona 2021'ê de weşnad, bi çepgir, sosyalîst û rêxistinên saziyên demokratîk re ket têkiliyê, pêşniyar guhdar kirin û pêvajoya tifaqê da destpêkirin. Gava yekemîn a ji bo tifaqê di 18'ê Çileyê de bi kombûna nûnerên 8 partî û rêxistinên ku li Enqeryê hatin gel hev hat avêtin. Herî dawî jî di pêşengiya Patiya Civakî ya Azadiyê (TOB), Partiya Tevgera Kedkar (EHP), Federasyona Meclisên Sosyalîst (SMF) Partiya Karkerên Tirkiyeyê (TÎP) û Partiya Kedê (EMEP) de navê tifaqa nû (Tifaqa Ked û Azadiyê" hat aşkerakirin.
 
Piştî aşkerakirina navê tifaqê duh çara yekemêîn di bin navê vê tifaqê de hevdîtina li Navenda Kogreyê ya Halîçê ya li Beyogluyê hat kirin. Di hevdîtina ku herkes bi rengê xwe tevli bû de deklerasyona tifaqê hat aşkerakirin.  Di deklerasyonê de, bi armanca pêşîlêgirtina qirkirina jinan, şer, talana xwezayê û qeyrana aboriyê de pêşniyarên çareseriyê hatin kirin.
 
Piştî hevdîtinê jinên ku me mîkrefona xwe dirêjî wan kir. Derbarê girîngiya tifaqê de nêrînê xwe anîn ziman.
 
'Divê hemû ciwan xwe bikin yek û têkoşînê bidin'
 
Ji xwendekara zanîngehê Ozlem Ozdemîr diyar kir ku îqtîdar nikare ji pirsigrêkên xwendekaran re çareseriyê bûne  û  wiha berdewam kir, “Di deklerasyonê de her wiha li ser gelek xalên krîza aborî, xanî, perwerde û jiyana wekhev û azad a jinan hate rawestîn. Gelek hevalên me di vê heyamê de bi derketina derve re hewl didin çareseriyekê bibînin. Ferman bûye nîzamek li ser siya kapîtalîzm û kolonyalîzmê. Em ê vê fermanê biguherînin, Tifaqa Ked û Azadiyê dê biguherîne. Tenê hêviyek heye ew jî Tifaqa Ked û Azadiyê ye. Divê hemû ciwan jî bibin yek û têbikoşinê bidin." 
 
Ozlemê bal kişand ser qirkirina jinan ku zêde bûye û ev tişt got, " Di beşeke bernameya Îtifaqa Ked û Azadiyê de, hat axaftin ku dê tavilê Peymana Stenbolê paşve vegerînin. Ev jî girîng e. Ji ber ku em dixwazin li van bajar, zanîngeh û kargehan bi awayekî wekhev û azad bijîn. Nûneran jî di axaftinên xwe de bernameyeke çareseriyê pêşkêş kirin. Tifaqa Ked û Azadiyê jî îdîa dike ku 'Ewê dawî li kuştina jinan bînin'. Desthilatdariya heyî bi sepandina yasayan an jî dîtina çareseriyên bê bandor nikare pêşiya vê yekê bigire. Tenê tîlafa Ked û Azadiyê bi nêzîkatiya çareseriyê ev yek bi awayekî zelal derxistiye pêş. Ji bo metirsiya me ya pêşerojê derbas bibe, tîfaqa Ked û Azadiyê çareserî ye. Banga me ji her kesî re ye, em bi hev re li dijî bêpêşeroj û bêhêvîtiyê di nava Tifaqa Ked û Azadiyê de têbikoşin.” 
 
'Hêvî da'
 
Dîlber Asan jî got ku rêya 3'emîn hêviyê dide û ev tişt got, "Deklerasyoneke ku ez ji dil bi hemû xebatên wê bawer dikim. Deklerasyona ku li hemberî bi sedan pirsgirêkên wekî têkoşîna ji bo parastina ekolojiyê, têkoşîna çîna karkeran, têkoşîna azadiya Kurd, têkoşîna wekheviyê, mafê perwerdeya bi zimanê dayikê, binpêkirinên mafên mirovan, têkoşîna kedê pêş dixe ji bo min hêvî ye."
 
'Dê tifaq bi sekna xwe ya li hemberî îqtîdarê bi ser keve'
 
Hiqûqzan Dîlan Firat jî bal kişans ser girîngiya tifaqê û wiha destnîşan kir, "Hiqûq di destê îqtîdarê de bûye amûra ku muxalefetê ji holê rakîne. Ji ber wê em ê wan bişînin û em ji bo wê li vir bûn. Ev tifaq wê bibe hêvî. Em bi hev re bi daneyên şênber derketin rê. Ji ber wê ez bawer im ku ew ê bi ser keve. Ev tifaq bi sekna xwe ya li hemberî îqtîdarê wê bi ser keve. Ji bo pergala kîn, cihêkarî û newekheviyê ya li Tirkiyeyê ji holê rabike em ê bixebitin. Yek ji sedemên herî girîng ên xizaniya jin û zarokan jî polîtîkayên milîtarîst ên Tirkiye û hikûmetê ne. Ji bo wî yek ji pêşniyara çareseriyê ya herî girîng helbet aştî ye.  Tifaqê bi vîna xwe ya aştiyê careke din piştgirî da me.”
 
'Tevgerîna rast pêwist e'
 
Parêzvana xwezayê Gulsûn Kaan, diyar kir ku hemû deverên Tirkiyeyê di bin talanê de ne û diyar kir ku pêşniyarên çareseriyê yên li dijî talana xwezayê ji aliyê tifaqê ve tên dayîn girîng in. Gulsûm wiha got: “Ji ber  ku em bi talankirina jîngehê, kuştina jinan, êrîşa li zarokan û zehmetiyên mezin re rû bi rû dimînin tifaqê bi qîmet dibînin. Pêwîst e armancên hevpar bên diyarkirin û tevgerîneke rast bê kirin. Ez wisa difikirim ku em ê ji bo siberoj, jîngeh, zarok û xwezaya xwe bi ser kevin”