Ebru Gunay: Raperîna li Îranê didome, berxwedana gel mezin dibe

  • 12:09 29 Îlon 2022
  • Ramyarî
 
ENQERE - Berdevka HDP'ê Ebru Gunay a nirxandina geşedanên rojevê kir wiha got:"Tu zilm mayînde nîne.  Ne gelê Rojhilat ne gelên Îranî ne jî tu kesekî rûmetdar li hemberî zilmê bêdeng namîne."
 
Berdevka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) geşedanên derbarê rojevê de nirxand û got:"Ew hîn li ser ferasate “ kurdê herê baş kurdî mirî ye” tev digerin. Lê gelê kurd li hemberî vê neyartiyê dê azad bijî. Em bi vê wesileyê bang li derdorên kurd ên ku dibin parçeyek polîtiya Tirkiyeyê dikin ku vê rastiyê bibînin. Li hemberî vê neyartiyê helwest bidin nîşan. Bila Kurd li her derê bibin yek ji bo tifaqa bibin tifaqa neteweyî mezin bikin. "
 
Ebru Gunay di berdewamiya axaftina xwe de wiha got:
 
"Birêz kedkarê çapemeniyê, wekî ku hûn jî ji nêz ve dişopînin li Rojhilatê Kurdistanê û li seranserê Îranê gel di nav raperînê de ye. Hêrs û bertêkên li hemberî rejîma Îranê didomin. Piştî qetilkirina Jîna Mahsa Aminî, gelê Kurd û gelên Îranî rabûn ser piyan. Êdî ev pêkûtî, êriş, destdirêjkirin, ev pişaftin, ev hovîtî ji aliyê gelên Îranê ve nayê qebûlkirin. 
 
Tu zilm mayînde nîne.  Ne gelê Rojhilat ne gelên Îranî ne jî tu kesekî rûmetdar li hemberî zilmê bêdeng namîne. 
 
Raperîna li Îranê didome berxwedana gel mezin dibe û ev serhildan niha li çar aliyê cihanê hêvî dide bindestan. Lewma rik û bertekên pergala zilimkar jî tund in. Heya niha di êrişên rejîma Îranê ya li hemberî berxwedana gel de bi dehan kes, jin, ciwan, zarok hatin qetilkirin. Em cardin dibêjin berxwedana gelen Îranê rewa ye, maf e.
 
Em Jîna Mahsa Aminî û kesên ku heya niha di êrişên rejîma Îranê de hatine kuştin bi hûrmet bi bîr tînin. 
 
Gelê Kurd ê Rojhilat, gelê Îranê, jinên têkoşer dê bi ser bikevin. Sedsala 21’ê ji niha de bûye sedsala jinan û bi pêşengiya jinan azadî dê were Rojhilata Navîn. 
 
Çapemeniya rêzdar êv zihniyeta zilimkar, ev neyartiya li hemberî gelê Kurd sînor nas nake. Li Îranê jî li Tirkiyeyê jî, li Iraq û Suriyeyê zilimkar yek in, u şirîkê hev in. 
 
Le li hemberî Zulum ê Berxwedêr jî yek in û bi hev re ne. Neyartiya li hemberî gelê Kurd ya li Tirkiyeyê her roj bi aweyek cUda xwe dide der. 
 
Binhêrin herî dawî di maça Amedspor û Bursasporê de ji ber ku ala Herêma Kurdistanê hate vekirin nîjadperestan cardin êrişê gelê kurd û nirxên gel kirin. Pişt re kesên ku ev al vekirine hatin binçavkirin. Binhêrin rêveberiya Tirkiyeyê ji bo berjewendiyê xwe ji bo ku di navbera kurdan nakokiyê kûr bike, ji bo kurdan bikin neyarên hev, kurdan ji hev cuda dikin. Li gor wan hin kurd başin hinek ne baş in. 
 
Ev dewleta ku rêyaderên herêma Kurdistanê bi aweyekî fermî pêşwazî dike niha vê alê krîminalîze dike. Ew hîn li ser ferasate “ kurdê herê baş kurdî mirî ye” tev digerin. Lê gelê kurd li hemberî vê neyartiyê dê azad bijî. Em bi vê wesileyê bang li derdorên kurd ên ku dibin parçeyek polîtiya Tirkiyeyê dikin ku vê rastiyê bibînin. Li hemberî vê neyartiyê helwest bidin nîşan. Bila Kurd li her derê bibin yek ji bo tifaqa bibin tifaqa neteweyî mezin bikin. "