HDK diçe 12’emîn Lijneya Giştî

  • 09:06 22 Çile 2023
  • Ramyarî
Rozerîn Gultekîn
 
STENBOL - HDK di 29’ê Çileyê de bi dirûşma ‘li dijî faşîzm û binpêkirinê em li meclîsên demokratîk bên gel hev’ diçe 12’yemîn Lijneya Giştî. Hevberdevka HDK’ê Esengul Demîr beriya lijneya giştî axivî û got wê lijne bibe bersiva polîtîkayên tecrîd û şer.
 
Kongreya  Demorkatîk a Gelan  (HDK) di 29’ê çile de bi dirûşma ‘li dijî faşîzm û binpêkirinê em li meclîsên demokratîk bên gel hev’  li Navenda Kongreya Stenbolê ya li Harbiyê wê 12’emîn Lijneya Giştî pêk bîne. Di Lijneya Giştî de wê li dijî polîtîkayên şer û xizaniyê têkoşîn bê bilindkirin û her wiha wê ji bo dema nû nexşerê bê diyarkirin.
 
Hevberdevka HDK’ê Esengul Demîr beriya lijneyê ji ajansa me re axivî.
Hedef xurtkirina rêxistinbûnê ye
 
Esengulê got HDK’ê di 2021'ê de lijneya 11’emîn di pandemiyê de pêk aniye û ji wê demê heta niha gelek guherîn bûne û got: “HDK’ê di vê pêvajoyê de pirsgirêkên gel ji nêz ve şopand. Me pêvajoya xwerexnekirinê jî pêk anî. Me gelek mijar nîqaş kirin. Lê mijara ku HDK hewcedariyek e, neguheriye. Hedefa me ya dema pêş ev e ku kêmasî bên çareserkirin û rêxistinbûnî bê xurtkirin.”
 
‘Meclîsên me wek xetere tên dîtin’
 
Esengulê destnîşan kir ku armanca meclîsên di HDK’ê de cih digirin ev e ku kirde di avabûnên demokratîk de çalak cih bigirin û wiha pê de çû: “Lê meclîs ji aliyê pergalê ve xetere tên dîtin. Ji roja Komara Tirk hatiye avakirin heta niha wek ku xwediyê vê dewletê tirk in, tê dîtin. Gelên din tune tên hesibandin û cudakarî tê kirin. Ji ber vê jî meclîsên me protîpa yekparêz dihejîninin.”
 
Diçin lijneya 12’yan
 
Esengulê bal kişand ser wekheviyê û axaftin wiha domand: “Em HDK bi girseyî di 29’ê çile de diçin lijneya 12’emîn. Em hewl didin bi vê lijneyê wekheviyê pêk bînin, meclîsên demokratîk xurt bikin. Hedefa me ya jiyana nû wê ji nû ve di lijneya giştî de bê ziman. Di pêvajoyeke ku zext û girtin zêde ne de em diçin lijneyê. Lê ev zext bi me şûnde gavê nadin avêtin. Lijneya me wê bibe bersiva tecrîd, polîkayên şer, xizanî û dema tarî. Divê xwedî li lijneyê bê derketin. Ez bang li hemû gelan dikim ku tevli lijneya 12’emîn bibin.”