Li Amedê mirina biguman a jinekê 2024-04-15 19:24:09   AMED - Li navçeya Peyas a Amedê Ayşegul Deger ji katê 11’emîn a plazayekê de bi guman ket û jiyana xwe ji dest da.   Li navçeya Peyas a Amedê jina bi navê Ayşegul Deger bi awayekî guman ji katê 11’emin a plazeyekê de ket û jiyana xwe ji dest da. Kesên derdorê agahî dan ekîbên tenduristî û polîsan û hat tespîtkirin Ayşegulê jiyana xwe ji dest daye.    Cenazeya Ayşegulê ji bo otopsiyê rakirin Saziya Tipa Edlî (ATK) û der barê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.