Rêxistina Sara êrişa dewleta Tirk şermezar kir 2024-04-19 12:24:03     NAVENDA NÛÇEYAN - Rêxistina Sara têkildarî êrişa dewleta Tirk a duh li ser Kobanê daxuyaniyek da û êrîş şermezar kir.   Rêxistina Sara ya  Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan têkildarî bombebarana duh a balafireke bêmirov a dewleta Tirk li dijî erebeyekê li rojhilatê Kobanê, daxuyaniyek da. Di êrişê de jin û mêrek birîndar bûbûn.   Daxuyanî li navçeya Ehdas ji hêla endama Rêxistina Sara Têkoşîn Mihemed ve hate xwendin. Di daxuyaniyê de êrişên dewleta Tirk a  hatin şermezarkirin û hate diyarkirin ku her tim pêşengên şoreşê dibin hedef, da ku kiryarên dewleta Tirk û çeteyên wê xuya nekin.   Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku rêxistinên navneteweyî li hemberî van êrişan bê deng in û bêdengiya wan hevkariya wan bi dewleta Tirk re nîşan dide. Di dawiya daxuyaniyê de bang li rêxistinên mirovî hate kirin ku li hemberî van êrişan bisekinin.