TJK-E’yê dewleta Belçîka şermezar kir 2024-04-23 10:46:32       NAVENDA NÛÇEYAN - TJK-E êrişa dewleta Belçîkayê ya li dijî televîzyonên Stêrk TV û Medya Haber TV’ê şermezar kir û banga xwedî li derketinê kir.    Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E), serdegirtinên polîsên Belçîkayê yên li dijî Stêrk TV û Medya Haber TV’ê bi daxuyaniyekî şermezar kir.   Di daxuyaniya nivîskî de wiha hat gotin: "Em vê êrişa dewleta Belçîkayê ya li dijî televîzyonên Stêrk TV û Medya Haber TV’ê ku dengê Gelê Kurd in, bi tundî şermezar dikin. Dewleta Belçîkayê divê demildest dest ji vê nêzîkatiya antî-demokratîk berde, hurmetê nîşanî azadiya Gelê Kurd bide.”   Di daxuyaniyê de ev bang jî hate kirin:   “Di serî de jin divê gelê me xwedî li deng û îradeya xwe derbikeve û bikeve nava liv û tevgerê. Divê em xwedî li televîzyonên xwe derkevin û seferber bibin. Em xwedî li deng û îradeya xwe derbikevin.”