Ji bo kesên di Komkujiya Vartinîsê de hatin qetilkirin bîranîn

  • 16:41 3 Cotmeh 2022
  • Rojane
 
MÛŞ - Kesên di Komkujiya Vartînîsê de jiyana xwe ji dest dan hatin bibîranîn. Nûnerên partiyên siyasî jî diyar kirin ku wê destûr nedin ku doza komkujiyê bikeve ber demboriyê. 
 
Di 3’yê Cotmeha 1993’yan de li bajaroka Vartînîsê ya navçeya Têlî ya Mûşê hêzên dewletê bi hinceta “alîkariya rêxistinê kirine” agir berdaN mala Nasir û Eşref ên hevjînên hev û ya herî biçûk 3 salî ya herî mezin 12 salî jê 7 zarok ji heman malbatê 9 kes qetilkirin. Di ser qetlîamê re 29 sal derbas bûn. Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) û Rêxistinên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a navend û navçeyên Mûşê, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) û parlamenterê berê yê HDP’ê Sirri Sakik xwestin li ber mala ku malbata Ogut lê hatibû qetilkirin çalakiya bîranînê li dar bixin. Girseya ku li avahiya HDP’ê ya Mûşê hatin gelhev, ber bi Vartînîsê ve bi rê ketin. Leşkeran bi wesayîtên zirxî ketina bajarokî girtin û nehiştin girse bikeve bajarokî. Leşkeran biryara qedexeya walitiyê ya bi hinceta “ewlehiya cemaweriyê” hatiye weşandin weke sedem nîşan dan. 
 
'Kujer hatin parastin'
 
Girseya ku bertek nîşanî biryara Walitiyê da, bi wesayîtan hatin ber tabelaya şaredariya bajaroka Vartînîsê ya li ser rêya Bedlisê û daxuyanî dan çapemeniyê. Hevserokê HDP’a Têliyê Maşallah Yildiz daxuyanî xwend. Maşallah , ê bi bîr anîna kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dan dest bi axaftinê kir, diyar kir ku hewl tê dayîn Komkujiya Vartînîsê bi polîtîkayên bêcezatiyê bêxin ber demboriyê û wiha got: “Di serî de faîlên sûcên li dijî mirovahiyê di salên 1990’an de li Kurdistan û Tirkiyeyê hatin kirin ji aliyê desthilata siyasî, burokrasiya ewlehiyê û mekanîzmaya darazê ve hatine parastin. Derbarê faîlan de lêpirsîneke bi bandor, bilez nehatiye birêvebirin.”
 
Maşallah, bal kişand ku hewl tê dayîn ku Doza Komkujiya Vartînîsê weke Doza Mûsa Anter bêxin ber demboriyê û wiha axivî: “Em destûr nadin ku Komkujiya Vartînîsê bikeve ber demboriyê.”
 
‘Sûcê li dijî mirovahiyê ye’
 
Siyasetmedar Sirri Sakik jî diyar kir k udi salvegera komkujiyê ya 29’an de kesên komkujî pêk anîn hêj li derve ne û wiha got: “Em dizanin hemû bûyerên li ser vê axê diqewimin dikevin ber demboriyê. Di gelek bûyeran de ev qewimîn, em ne biyaniyên van e. Di hiqûqa navnetewî de di sûcên li dijî mirovahiyê hatine bikaranîn de sûcê demboriyê nîne. Beriya 29 salan li Vartînîsê li dijî mirovahiyê sûc hat kirin. Malbatek bisax hate şewitandin. Xwedê jî dewlet jî ev gel jî vê yekê baş dizane. Di destên wan de çekên wan hebûn û hatin û mala vê malbatê şewitandin. Ji wê rojê ve em şopdarên dozê ne û ev doz doza me hemûyan e. Ev doz doa gelê kurd e. 100 sal jî derbas bibin em ê şopdarên vê dozê bin.”