12'emîn Lijneya Giştî ya HDK'ê: Çareserî rêya 3'yemîn e

  • 14:57 29 Çile 2023
  • Rojane
 
STENBOL - HDK’ê 12’emîn Lijneya Giştî bi dirûşma “Li dijî faşîzm û kedxwariyê em di meclîsên demokratîk de bibin yek” dest pê kir. Parlamentera HDP'ê Tûlay Hatîmogullari ku di Lijneya Giştî ya Meclîsê de axivî, diyar kir ku divê tecrîda li ser Abdullah Ocalan bê rakirin û bal kişand ser xurtkirina rêxistinê û girîngiya rêya 3'yemîn.
 
Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) bi dirûşma “Li dijî faşîzm û kedxwariyê em li meclisên demokratîk yekitiya xwe ava bikin û bi civaka rêxistinkirî û azad jiyana nû ava bikin” li Stenbolê 12’emîn Lijneya Giştî li dar dixe. Lijneya Giştî ku duh bi Lijneya Jinan a HDK’ê dest pê kir, di roja duyemîn de bi Lijneya Giştî berdewam kir. Nûnerên Tevgera Jinên Azad (TJA)  Hevberdevkên HDK’ê Esengul Kiliç û Cengîz Çîçek, Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk, Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Saliha Aydenîz, Berdevka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ebrû Gunay, Hevserokên Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) Ozlem Gumuştaş û Şahîn Tumuklu û Hevseroka Giştî ya Partiya Rizgariya Jinûveavakirina Sosyalîst (SYKP) Canan Yuce tev li lijneyê bûn. Kongre bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Piştre jî sînevîzyoneke ku têkoşîna HDK’ê vedibêje û peyamên hevserokên ewilî yên HDK’ê Sebahat Tuncel û Ertugrul Kurkçu tê de hate pêşandan. 
 
'HDK Tifaqa bindesta û ya kesên kekda wan hatiye xwarin e'
 
Di Lijneya Giştî de endama Dîwana Lijneyê Parlamentera HDP’ê ya Edeneyê Tulay Hatîmogûllari axivî. Tulay diyar kir ku lijneyeke ku dê bike HDK gaveke din pêşde biavêje tê lidarxistin û wiha got: “Di avakirina rêya nû de rola piştevaniyê girîn e. Me bi hev re dest pê kir û neçarin ku bi hev re bi ser kevin. HDK, soza avakirina welat û cîhaneke adilane, wekhev, azad û aştiyane dide hemû bindestan û kesên keda wan tê xwarin. HDK, dema ber bi Lijneya Giştî ya 12’emîn ve diçe, xwe weke tifaqeke dîrokî ya bindest û kesên keda wan tê xwarin pênase dike. Li dijî du bloqên bingehîn ên serdest ku li gel tên ferzkirin, ji bo avakirina Komara Demokratîk, birêxistinkirina dînamîkên civakî, avakirina xalên hevpar, guherîn û veguherîna civakê hatiye avakirin.
 
Bedela herî girina bindest didin
 
Tulayê wiha domand: “Di demeke ku pergal xwe bi vî awayî ava dike de bedela herî giran jî bêkar, kedkar, karker û bindest didin. Di sedsala bihûrî de pergalê ji bo xwe ji krîza heyî xelas bike li hêlekê kedxwarî, li hêla din zilma xwe zêde kir. Her wiha şer û pevçûnan di asta herêmî de zêde dike. Em dibînin ku li seranserî cîhanê serdestiya rejîmên nîjadperest, neteweperest û otorîter zêde dibe. Ev rejîm hewl didin xwe bihêz bikin û bi rêya krîza hebûna xwe bidomînin. Em dibînin ku îktîdara AKP-MHP’ê jî di nava heman hewldanan de ye. Dema AKP bûyî îktîdar, ji bo cîbicîkirina polîtîkayên neolîberal bû îktîdar. Ji aboriyê heta civaknasî û civakî, di her alî de ev polîtîka xist meriyetê û em dikarin bibêjin ku di vê mijarê de pêş jî ket. 
 
Zexta zayenda civakî
 
Her ku bêkarî, xizanî û bihabûn zêde bû, îktîdarê bêhtir bi destê çîna sermayedar girt û hewl da berxwedanên li dijî vê rewşê bifetisînin. Mîna nîjadperestî û neteweperestiyê, tundiya li dijî jinan jî di vê serdemê de zêde bû. Em dizanin ku ev zêdetirî 5 hezar sal in jin di bin zexta zayenda civakî de dijîn, rastî tundiyê tê û di bin zexta mêrê serdest de ne. Lê em dizanin ku ev zext di rejîmên otorîter de hêj girantir e. Rewşa Tirkiyeyê ya niha mînaka vê ye. Îktîdara AKP’ê dixwaze civakeke kevneperest a nû ava bike ku li ser bedena jinan teşe dide kodên wê. Nîqaşa dersokê, betalkirina Peymana Stenbolê û hwd. nîşaneyên bingehîn ên vê zextê ne. 
 
Çavsoriya ji bo karê
 
Ji ber krîza kapîtalîzmê, li seranserî cîhanê ji ber şer û pevçûnan koçberî zêde bû. Gelek kes di rêyan de dimirin. Tacîz û tecawizên li ser van rêyan li penaberan tên kirin pir zêde bûn. Bi hezaran penaber di Behra Spî de xeniqîn. Weke HDP’ê yek ji pirsgirêkên herî zêde em li ser disekinin, pirsgirêka penaberan e û divê em pir li ser bisekinin. Her wiha ji ber krîza kapîtalîzmê, yek ji pirsgirêkên din jî krîza avhewayê ye. Êdî gerstêrka me anîne rewşeke wisa ku jiyan lê nema ye. Ji bo ku çerxên kedxwariyê û çavsoriya ji bo kar a sermayeyê, xwezaya me tê tunekirin. Yek ji peywirên me yên legzîn ew e ku bi tevgerên ekolojiyê yên herêmî û kûrewî re qadên têkoşîna hevpar pêş bixin. 
 
Bêkarî û bê dahatûyî li ciwanan tê ferzkirin
 
Girseya Ciwanan, yek ji wan girseyan e ku jiyana xebatê ji destê wan hatiye girtin. Bêkarî û bêdahatûyî li ciwanan tê ferzkirin. Hêvî û jiyana wan jê hate standin. Ji ber bazirganiya tiryakê ya li Tirkiyeyê, êdî bendîbûna tiryakê pir zêde bûye. Ciwan, ji her alî ve pêşeroja me ne. Ji bo têkoşîna li dijî faşîzmê, rûxandina berê û avakirina nû dê bi destê ciwanan bê kirin. Pir girîng e ku rêxistiniya cewherî ya ciwanan bi qadên din re hevkariyê bike. 
 
Çareserî modela Rojava ye
 
Rejîma faşîst a bi destê AKP-MHP’ê tê avakirin, ji bo birêkûpêkkirina netewe-dewletê her rêyê rewa dibîne. Rejîm, hewl dide sedsala nû li ser kurdan bi ‘Plana Têkbirinê’ bidomîne. Bi her rê û rêbazên leşkerî, dîplomatîk û yên şerê taybet diceribîne û qirkirina siyasî û civakî li gelê kurd ferz dike. Dixwaze Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û her çar parçeyên Kurdistanê bêstatû bihêle. Ji bo vê jî hem di nava sînorên xwe de û hem jî li derveyî sînoran stratejiyan pêş dixe. Şerên hegemonyayê yên hêzên emperyalîst ên li Bakurê Rojhilat û Efrîqayê didomin û dixwazin pêşî li ber belavbûna modêla Rojava bigirin. Bêdengmayîna li hemberî operasyonên li derveyî sînor, tê wateya erêkirina operasyoneke bejahî. Di esasê xwe de armanc ew e ku modêla Rojava tune bikin. Modêla Rojava ne tenê ji bo gelê kurd lê ji bo hemû gelên li herêmê çavkaniya hêviyê ye. Dema em li du sed salên dawî dinhêrin, dibînin ku tekane çareseriya pirsgirêkên gelên herêmê bi modêla Rojava dibe. Lewma hêzên emperyalîst naxwazin bijî. 
 
Domkirina rejîmên otorîter û totalîter dê bike ku çerxa kedxwariyê jî mezintir bigere. Ji bo ku têkoşîna gelê kurd li rojavayê Tirkiyeyê bêhtir bê fêmkirin, divê em bêhtir têbikoşin. Yek ji sedemên xizaniya niha ya li welêt jî, krîza pergala kapîtalîst û budçeya ji bo şer tê veqetandin e. Divê em vê yekê baş bi ji gelên Tirkiyeyê re vebêjîn. Yek ji pirsgirêkên herî mezin ên li pêşiya demokratîkbûnê ew e ku pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk nayê çareserkirin. Divê em vê ji gelên Tirkiyeyê re vebêjin. 
 
Divê tecrîd bi dawî bibe
 
Divê tecrîda bi salan a li ser birêz Ocalan bi dawî bibe. Birêz Ocalan vîna gelê kurd e û rêbereke ku kariye ji bo pirsgirêkên gelên Rojhilata Navîn modêla çareseriyê peyda bike. Lewma ji bo rakirina tecrîdê divê bêhtir xebat bên kirin. 
 
Gelê kurd li her çar parçeyên erdnîgariya Kurdistanê birêxistinkirî ye û gelê cîhanê yê herî zêde dînamîk e. Her wiha elewî jî beşeke civakê ya girîng e ku têkoşîna girseyî ya ji bo hemwelatiya wekhe didomînin. Divê em di ferqa vê de bin û têkoşîna xwe hîn mezintir bikin. 
 
Divê têkoşîna li dijî faşîzmê rojeva me ya esasî be
 
Divê hemû rêxistinên li dora HDK’ê bala xwe bidin ser van noqteyan. Divê nîqaş û lêgerîn di nava rêxistinan de neyên hefskirin. Divê peywendiyên tevekan jî bi hev re hebin û bikarin veguherîna civakî pêk bînin. Pirsa “Gelo em ê çawa bigihijin potansiyela têkoşîna li dijî faşîzmê’ dê bibe mijara esasî ya nîqaşên HDK’ê. Kongreya me bi girse û hevkarên xwe  heye. Divê em bikarin dînamîkên civakî bikin şirîkên vê meşa dîrokî û destkeftiyên civakî û polîtîk jî arasteyî rêxistinbûneke rast bikin. Têkoşîna demokrasî û azadiyê ya bindestan heta ku li ser rêxistiniya cewherî û di cih de ya girseyan bilind bibe, dê wê demê derfeta serkeftinê bi dest bixe. Nexwe girse nikarin li dijî faşîzmê têbikoşin, nikarin rejîmeke azadîxwaz û piranîparêz ava bikin. 
 
Bêyî ku bi navên komîsyon, komun an jî meclisa mijûl bibin, divê li dijî faşîzmê rêxistiniya civakî ya pêwîst bibe rojeva me ya esasî. Ya herî girîng jî ew e ku em pratîkên rêxistiniya civakî bikin pratîkên hevpar. Hema hema tu pêkhate nabêjin ku pirsgirêk an jî nakokiyên wan bi fîkriyata HDP’ê re heye lê bi hincetên weke ‘dema wê nîne’ û ‘hêza me nîne’ xwe ji HDP’ê dûr digirin. Lê pirsgirêka esasî, bi van hincetan nayên îzehkirin. Bi kurt û kurmancî, ji bo ku xeta stratejîk bê zelalkirin, gavên taktîkî yên li gorî vê werin avêtin, ji bo rêxistiniyeke civakî ya xurt û kadroyên wê bên gihandin, divê zemîna kongreyê ji bo serdema nû bibe zemîna avakirina îdeolojîk û ev yek berpirsyariyeke girîng e. 
 
Di serdemeke ku bi milyonan kes ji ber polîtîkayên kapîtalîst-emperyalîst dimirin, xizan dibin û dibin penaber de cîhan mizgîniya şoreşê dide. Tevgerên civakî yên nû xwe didin ferzkirin. Mirovahiya mezin li rêya xwe digere.”
 
Lijneya Giştî piştre jî ji çapemeniyê re girtî berdewam kir.