Nivîsgeha Jinan a MSD'ê panelek li dar xist

  • 21:50 29 Çile 2023
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Nivîsgeha Jinan a MSD' bi dirûşma ‘Efrîna Sûrî û hegemoniya navneteweyî ’, panelek der barê siyaset û planên hegemoniya mêtingeriyê ji bo dagirkirinê û rola jinan li hember wan, li dar xist.
 
Panel bi amadebûna endam û nûnerên partiyên siyasî û saziyên sivîl li hola civînan a rojhilatê taxa Şêxmeqsûd a Helebê hat lidarxistin. Endama rêveberiyê MSD – Heleb Cîhan Mihemed der barê mijara yekemîn a bi navê "Efrîna Sûrî û hegemoniya navneteweyî" de axivî. Cîhan Mihemed behsa girîngiya Efrînê û rola wê ya jeopolîtîkî kir û got: "Berî şerê li Sûriyê, Efrîn di warê bazirganî û rêveberî de xwedî girîngiyeke mezin bû." 
 
‘Herî zêde jinan zirar dît’
 
Aktîvîsta sivîl Meryana Elî  destnîşan kir ku Efrîn ji bo tevahiya gelê Sûriyê re bibû wargeh û cihê wê jî stratejîk bû û ev tişt anî ziman: "Lê piştî dagirkirina Efrînê rewş hat guherîn û li dijî Efrînê gelek sûc di serî de guhertina demografî hatin pêkanîn, di encamê de herî zêde zirar gihîşt jinan."
 
Meryana Elî bi lêv kir ku rêya yekane ya rizgarkirina deverên dagirkirî hevgirtin û domandina têkoşînê ye, ne nêzîkbûna bi dijmin re ye û got: "Em bi carekê nêzîkbûn bi dewleta Tirk a dagirker re red dikin. Em çareseriyeke aştiyane ya bê destwerdana ji aliyên derve dixwazin."
 
Endama rêveberiyê ya Rêxistina Têkoşîna li dijî Tundiya li ser jinan a Sara – Heleb, Necla Hemze jî nêrînên xwe anîn ziman û wiha vegot: "Efrîn a Efrîniyên Sûrî ye û ew ê bi destê wan rizgar bibe, destwerdanên ji derve dê dagirkeriya li Efrînê demdirêj bike û di encamê de komkujî dê zêdetir werin pêkanîn."
 
‘Li Efrînê jinan rolek girîng lîst’
 
Piştre, endama rêveberiya Nivêsgeha Têkiliyan a MSD’ê ya Helebê Zeyneb Qenber mijara duyemîn a bi navê “Berxwedana jinan û stratejiya vegerê” xwend. Zeyneb Qenber got: “Jinan li Efrînê de roleke sereke dilîstin û berî dagirkirina Efrînê wan planek ji bo pêşeroja xwe ya siyasî di nav Rêveberiya Xweseriya Demokratîk de amade kiribû, nexasim ku ew proje pêşketina civakî, çandî, aborî û şaristanî nîşan dide, ji ber wê jî dewleta Tirk a dagirker xwest wê projeyê têk bibe û berê xwe da dagirkirina Efrînê.”
 
Zeynebê wiha domand: "Jinên Efrînî dê bi îsrar û berxwedana xwe ya ji bo rizgarkirina Efrînê bibin sembola tevahiya jinên Sûriyeyê, da ku ew jî xaka xwe rizgar bikin û di nav Sûriyeke pirreng, demokratîk û nenavendî de bi wekhevî û li gor bingeha biratiya gelan, bijîn."
 
Her wiha, endama rêveberiyê  Meclisa Jinan a Sûriyê Heyfa Hesen jî got: " Efrînê di encama komployên navneteweyî de hat dagirkirin.Em jî wek Sûrî rêya me ya yekane berxwedan e dewleta Tirk a dagirker dixwaze Mîsaqî Milî pêk bîne. Lê bi saya îradeya jinan û têkoşîna wan a li ser şopa Barîn Kobanê û Avesta Xabûr ew ê nikaribe van armancên xwe pêk bîne.ʹʹ