29'ê Çileya 2016'an: Dayikên Aştiyê avahiya AKP'ê dagir kirin

  • 10:50 29 Çile 2023
  • Di Dîrokê De Îro
 
Dayikên Aştiyê li dijî komkujî û îşkenceyên li cenazayan dihatin kirin avahiya Miftîtî ya Amedê û avahiya AKP'ê ya Kayapinara Amedê dagir kirin. 
 
Hinek geşedanên di dîrokê de îro qewimîne wiha ne:
 
1939: Yek ji navên girîng a femînîzma pêla duyem  Germaine Greer, di 29'ê Çileya 1939'an de ji dayik bû. 
 
1882: Helbestkar Yaşar Nezihe Bukulmez ya helbesta yekem a 1'ê Gulanê nivîsand ji dayik bû. 
 
2016: Jinan di çarçoveya kampanyaya 'Hezar jin hezar îmze' ya li dijî dorpêç û êrişan ji bo "Jiyanê biparêzin" dabûn destpêkirin standa îmzeyê vekirin û bang kirin ku li dijî şer ji bo aştiyê îmze bê dayin. Îmzeyên hatine komkirin ew ê di 1'ê Sibatê de ji meclîsê bên şandin. 
 
2019: Hewildana Jinê ya Navneteweyî ji bo Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê û Hevseroka KCD'ê Leyla Guven a bi daxwaza bidawîbûna tecrîda giran a li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan 83 roj bû di greva birçîbûnê de bû bi serenava "Jiyana Leyla Guven rizgar bike" daxuyanî weşand. 
 
2021: Li Herêma Federal a Kurdistanê Jinên Ciwan ên Şoreşger li Silêmaniyê bi dirûşma "Bi rêxistinbûna jinên ciwan dê azadî pêk bê" konferansa xwe ya 3'yemîn li dar xist. Konferans bi tevlîbûn 100 delegeyan pêk hat.