Jinan ji meşê bang kir: Xwezaya Kurdistanê ne bêxwedî ye

  • 09:30 18 Îlon 2022
  • Rojane
 
Sema Çaglak
 
ŞIRNEX - Jinên ku tevlî meşa Çiyayê Cûdi bûn destnîşan kirin ku xwezaya Kurdîstanê ne bêxwedî ye û wiha gotin: “Em ê li dijî hemû cûreyên êrîşan  xweza û welatê xwe biparêzin û li dijî talana xwezaya xwe bêdeng namînin”
 
Bi hezaran kes di pêşengtiya Tevgera Jinên Azad (TJA), Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê fr bi dirûşmeya “Em li dijî şer û talana xwezayê dimeşin” ber bi Çiyayê Cûdî yê Şirnexê ve meşiyan. Meşa ku bi girseyî hate lidarxistin tevî êrîş û astengiyan bi gelek peyamên ku hatin dayîn qediya.  Jinên ku tevlî meşa Çiyayê Cûdi bûn li dijî talankirina xwezayê banga têkoşînê kirin.
 
Ji jinên tevli meşê bûn Milkiye Naciye, diyar kir ku ew ê heta dawiyê li dijî talankirina xwezayê xwedî li xwezayê xwe derbikevin û got: “Neheqî û zilmê li me dikin. Heqê wan nîne ku xwezaya me talan bikin. Divê hemû kurd bibin yek û nehêlin ku xwezaya wan were talankirin.  Dar hilma jiyana me ne. Lê darên me dibirin û dişewitînin. Çima aliyê Tirkiyê daran nabirin lê li herêma me dar tên birîn. Em naxwazin darên me werin tunekirin. Em ê hemû li daristan û xwezayê xwe  xwedî derkevin.”
 
‘Bi birîna daran re êrîşî me dikin’
 
Adîle Uyar jî anî ziman ku tê xwestin kur erdnîgariya xwe biterikînin û wiha axivî: “Em ji bo aştî, şer û talankirina xwezayê hatine vir. Em naxwazin darên me bibirin û xwezaya me talan bikin.  Bi birîna daran re êrîşî me jî dikin. Dixwazin em careke din axa xwe biterikînin.  Divê em nehêlin xwezaya me were talankirin. Bila cerdevan ji bo pere darên me nebirin.  Em ê heta dawîyê li xwezaya xwe xwedî derbikevin û pêşiya vê talanê bigirin."
 
‘Xwezaya Kurdîstanê ne bêxwedî ye’
 
Pîroze Denîz jî bilêv kir ku xwezaya Kurdîstanê ne bêxwedî ye û wiha pêde çû: “Rewşa rûxandina xwezaya me li ber çav e. Herêma me veguherandine  çolê. Em li dijî vê talankirinê bêdeng namînin. Ev çiya û darên me xwîna zarokên me nr. Em ê nehêlin ku fstên mr ertin tunekirin. Em naxwazin çiyayên me bişewitînin û daristanên me tune bikin. Xwezaya Kurdîstanê ne tenê niha ev demek dirêj e li gelek cihan tê qîrkirin. Bi vê yekê jî armanc dikin ku kurdan biqedînin  lê wê kurd tu carî li hember van êrîşan serî natewîne û dê li ber xwe bidin.”
 
‘Welatê me talan dikin’
 
Hatîce Durmuş jî destnîşan kir ku bi talankirina xwezayê dixwazin jiyana li vêderê tune bikin  û axaftina xwe wiha domand: “ Em ji bo ku pêşiya vê qirkirinê bigirin vê meşê dikin. Ev meş ne meşekê ji rêzê ye. Pêwistê ku girîngiya vê meşe were dîtin. Dixwazin birîna daran li vê herêmê ji xwe re bikin adet û normal bikin. Hemû herêm û çiyayên me rût kirine. Xelkê Botanê debara xwe bi sewalkariyê dike lê êdî em ji ber birîna daran nema dikarin sewlkariyê jî bikin.  Hem xwezaya me û hem jî bi giît welatê me talan dikin. Em vê talankirinê qebûl nakin û şermezar dikin. Dewlet û cerdecvan ji bo talana xwezaya me bûne şirikên hevdû û hemû hesabê bazirganiya xwe li ser qirkirina xwezaya me dikin. Ev talankirin jî parçeyekî şerê taybet ê li Kurdistanê tê meşandin e. Çawa ku ev şer li dijî jin, ciwan û sîyasetê tê meşandin talan kirina xwezayê jî bi van ve girêdayî ye. Ji her aliyî ve tunekirina Gelê Kurd armanc dikin. Lê kurd li dijî van êrîşan dê xwezaya xwe biparêzin û bi têkoşînê bersiva dagir û xayînan  bidin.”
 
‘Li dijî talanê em bêdeng nemînin’
 
Nebîha Akay jî qirkirina xwezayê şermezar kir û wiha axivî: “Xwezaya me rih û canê me ye û em li dijî vê talanê bêdeng namînin. Heta ji me were em nehêlin xwezaya me qîr bikin û êrîşî me bikin. Xwezaya me jiyana me ye. Heke xwezaya me tune bikin jiyana me jî tune dikin. Dewleta Tirk bi çete û cerdevanên xwe vê qirkirinê li ser xwezayê û gel ferz dike.”
 
‘Em ê welatê xwe biparêzin’
 
Herî dawî jî Ayşe Hezer axivî û destnîşan kir ku dewlet dixwaze Gelê Kurd bi qirkirina xwezaya wî jî bide cezakirin û got: “Êdî bes e heya kengê wê ev hovîtî li ser gel were kirin. Ev dewletek hov e û her cûreyên êrîşê li ser gel dike. Bi çeteyên xwe dizî dikir û hemû welat firot niha ew têrî nake bi darên dibire jî li  xwezaya me diziyê dike. Em vê qebûl nakin û heta dawiyê emê xwezaya xwe biparêzin. Ew çi dikin bila bikin em ê welatê xwe biparêzin û welatê xwe nedin destê wan.”