Bi bîsîkleta xwe 5 welat derbas kir: Divê sînor tunebin

  • 09:04 19 Çile 2023
  • Jiyan
Melîke Aydin
 
ÎZMÎR - Aktîvîst Laura Sennhauser ku 6 meh berê bi bîsîkleta xwe derket rê niha li Tirkiyeyê ye û da zanîn ku di rê de bi gelek astengiyan re hatiye rû hev. Laura da zanîn ku divê hemû jinên cîhanê piştgiriyê bidin hev û got rawestgeha wê ya piştî vir Başurê Amerîkayê ye. 
 
Aktîvîst Laura Sennahauser di Tebaxa 2022’an de dest bi tura bîsîkletê kir. Laura li Almanyayê wek psîkolog dixebite. Laura bi bîsîkleta xwe derdikeve tura cîhanê û got li 5 welatî geriyaye.
 
Laura ji destpêka gera xwe heta niha li Montenegro (Karabag), du caran Arnavut, Bakurê Makedonya, demek dirêj li Yewnanistan û herî dawî jî hatiye Tirkiyeyê. Piştî Tirkiyê jî wê biçe Başurê Amerîkayê. 
 
‘Neçar im cihên bi ewletir bibînim’
 
Laura tenê digere û carnan hevalên wê diçin serdana wê. Labura diyar dike li Ewropa zêde pirsgirêkê najî  û got: “Gelek caran pirsên wekê ‘tu dikarî tenê biçî tu natirsî’ dikin. Lê ne ji bo min ne pirsgirêk e.  Ez ji tenêbûnê natirsim. Lê bêguman ji ber ez jin im pir caran zehmetiyan dikşînim. Ez li xwezayê kampê dikim. Ji ber ez jin im neçar im nokteyên hîn ewletir tercih bikim.”
 
‘Welatê herî balkêş Tirkiye ye’
 
Laura got her welatek li gorî xwe xwedî taybetiyane û wiha dirêjî dayê: “Arnavutluk ji bo min cuda bû. Mirovên Arnavutluk gelek cuda ne. Mêvanperwerin.Min tecrubeyên xweş jiyan. Welatê herî balkêş Tirkiye bû. Ji sînor derbasbûn pir balkêş bû. Ji ber bi rastî min hîs kir ku ez derbasî Asyayê bûme. 3 hefteye li vir im.  Li Îpsala, Luleburgaz, Tekîrdag, Ayvalik, Kuçukuyu digerim.  Di şertên normal de li kafeyan jin û mêr bi hev re rudinin. Lê li kahweyan tenê mêr hene. Jin tune ne. Îzmîr bajarekî mezin e lê li wir jî wisa ye.”
 
‘Mirovan sînor danîn’
 
Laura wiha balkişand ser sînoran: “Mirovan sînor xêz kirine. Sînor formalîtene. Sînorê min tune ye. Welat diguhere lê hîsiyat her tim wekhev e. Sînor tunebûna gelo wê çi bûna. Lê wê nîjadperestî hebûna. Vê gerê ez gelek guhertim. Bixwebawerî da qezenckirin. Min çand û baweriyên cuda nas kir. Mijara jinê jî gelek girîng e. Divê jin li hemû cîhanê piştigriyê bidin hev.”