'Kobanê nîşaneya yekîtiya kurdan e'

  • 09:02 25 Çile 2023
  • Rojane
Medya Uren
 
AMED - Hevseroka Malbatên Şehîdan a herêma Firatê Eyşe Efendî û rojnamevan Nehîr Pale ya şahida şoreşê ye û di nav de cih girtiye têkildarî 8’emîn salvegera rizgariya Kobanê wiha gotin:"Seferberiya Kobanê hîna berdewam e. Êriş ranewestiyane û tucarî berxwedana me jî wê raneweste. Şoreşa Kobanê berdewam e."
 
Di 15’ê Îlona sala 2014’an de çeteyên DAÎŞ’ê êrişî Kobanê kirin. Li hemberî çeteyan berxwedana YPG, YPJ û gelê Kurd li cîhanê deng veda û 1’ê Mijdara 2014’an weke roja Cîhanî ya Piştgiriya Kobanê hate ragihandin. Li pey seferberiya ber bi Kobanê ve bi berxwedaneke mezin di 26’ê 2015’an de Kobanê hate paqijkirin û serkeftin hate bidestxistin. Êrişên bi piştgiriya dewleta tirk pêk dihatin heta roja îro berdewam dikin.
 
Di pêvajoya êrişên li ser Kobanê de Rêberê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK)  Abdullah Ocalan di hevdîtinên bi şandeya HDP’ê re dikir de DAÎŞ weke JÎTEM’a Rojhilata Navîn bi nav kir û gotibû: “Pêvajoyek krîtîk tê jiyîn. Ger ev hewldana komkujiyê bigihêje armanca xwe, wê hem pêvajoya xwe bi dawî bike, hem jî bingeha darbeyek nû ya dirêj ava bike. Dorpêçkirina DAIŞ'ê ya li ser Kobanê ne tenê bidestxistina destkeftiyên kurdan ên demokratîk e di heman demê de Tirkiye dixe nava pêvajoya darbeyek nû. Şerê li Kobanê û pêvajoya aştiyê ya bi Kurdan re li Tirkiyeyê ji hev nayên veqetandin. Ez bang li her kesê ku naxwaze pêvajo û rêwitiya demokrasiyê ya li Tirkiyeyê têk biçe, dikim ku li Kobanê xwedî derbikevin. " Li pey wê di her axaftina xwe de serokê Komara Tirkiyeyê Tayyip Erdogan digot “Kobanê dikeve û wê bikeve”. Piştî van êrişan pêvajoya çareseriyê ya li Bakurê Kurdistanê hatibû destpêkirin bi dawî bû û li Tirkiyeyê hewldana darbeyê pêk hat. Ew planên dagirkirina Kobanê ku bi ser neketin dubare ketin meriyetê.
 
Hevseroka Malbatên Şehîdan a herêma Firatê Eyşe Efendî û rojnamevan Nehîr Pale ya şahida şoreşê ye û di nav de cih girtiye têkildarî 8’emîn salvegera rizgariya Kobanê ji ajansa me re nêrînên xwe parve kirin.
 
'Kobanê nîşaneya yekîtiya kurdan e'
 
Eyşeyê êrişên li ser Kobanê nirxand û got: “Êrişên dagirkeriya Kurdistanê û êrişên bi taybetî li navenda Kobanê hatin destpêkirin em dikarin weke berdewamiya komploya navneteweyî ya li ser rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hatiye meşandin binirxînin. Êriş belavî demek dirêj dibe. Di asta navneteweyî de wê bi çi taktîkî û bi çi rêbazî êriş pêk werin li ser dihatin axaftin. Di aliyê siyasî, erdnîgarî û civakî de dahûrînên wan hebûn. Ev ji aliyê dewletan ve hate palankirin û bernameya wê hat çêkirin û êrişek mezin pêk hat. Di rola sereke de çiqasî DAÎŞ xuya dikir jî li pişta wê hêzek mezin hebû. Li hemberî van êrişên bi awayekî hovane bi ser Kurdan de hatin de Kurd bûn yek. Em dikarin bêjin Kobanê nîşaneya yekîtiya kurdan e. Yên dilê wan ji bo azadiyê lê didan sînor nas nekirin û derbasî Kobanê bûn. Xwe li hemberî çeteyan ji bo axa xwe kirin mertal. Keç û xortên me yên Malbatên Şehîdan li pêş bûn lê belê hemû gel bi heman rengî xwe avêtin eniyan. Seferberiya ji aliyê Rêber Apo ve pêk hat bû sedema derbaskirina wan sînoran. Me careke din li wir hevdu himbêz kir. Weke miletê Rojava û Bakur. Di aliyê hewayî de ji bo şoreşa Kobanê piştgiriyek pêk hat lê belê ya sereke berxwedana gel a li reşahiyê bû. Berxwedana li Kobanê hatiye kirin ji bo gelan bû.”
 
'Seferberî berdewam e'
 
Eyşeyê da zanîn ku seferberiya li Kobanê dewam dike û wiha pê de çû:" Di dema êrişên dagirkeriya Kobanê de Edogan bi xwe jî rûyê xwe û piştgiriya ku dida çeteyan diyar kir. Bi daxuyaniyên dida re digot ‘Kobanê ket û dikeve’. Li gel wê jî medyaya alîgir jî propagandeyên li dijî Kobanê belav dikir. Li hemberî wê feraseta hatiye nîşadan berxwedana bêhempa ya ku hêza xwe belav kir pêk hat. Jin, ciwan û hemû kesî  ji bo xwe çek rakirin û ji bo xwe gerîlatî kirin. Ji ber ku ew dîrok bi xwîna zarokên me hate nivîsîn. Li her çar parçeyê Kurdistanê jî bi heman rengî piştgiriyek mezin ji bo serhildanê hate dayîn. Kobanê ji ber wê ji me re tenê gavek bû. Em bi serkeftin û berdewamiya wê tê. Ev şayan bû em bi tîpên zêrîn binexşînin. Ji ber wê em heya îro jî ranewestan e. Ew berxwedana me berdewam e. Em hertim di  nava serhildan û tevgerê de ne. Em hîna di nava seferberiyê de ne.”
 
'Komploya li ser çar parçeyan berdewam e'
 
Eyşeyê êriş weke berdewamiya komployê nirxand û got ne tenê li ser Rojava li ser hemû parçeyan bi heman rengî berdewam e. Eyşeyê wiha pê de çû: “Di aliyê tanzîmî de gel hertim di nava xwenûkirinê de ye. Sîstema heyî ya xweseriyê didin rûniştandin. Em îro ji bo wê jî bi hev re têdikoşin. Ji bo her kêliyê hêsanî tune ye lê belê em bi ser dixin. Me dît sîstema heyî li çar parçeyên Kurdistanê ew êrişên xwe û komploya heyî dide dewamkirin. Tecrîda 23 sal in dewam e li ser hemû kurdan bi heman armancê didome. Tecrîd, êrişên li ser Kurdistanê, qeyranên heyî û  neçareserkirina van pirsgirêkan hemû bi hev ve girêdayî ye. Me êriş vala derxist û em vala derdixin. Em ê bikaribin bi heman seferberiyê polîtîkayên din jî vala derbixin.”
 
'Destê qada navneteweyî di nav de ye'
 
Eyşeyê da zanîn li Kobanê faşîzim bi bin ket û got berdewamkirina êrişan gelek peyaman dide. Eyşeyê wiha pê de çû: “Êşa Tirkiyeyê û Erdogan a wan rojan maye pê re. Bêtehemiliya wî ya binketinê îro di êrişên dike de xuyaye. Hîna gefên li ser Kobanê jî didomin. Em dibînin hîna fam nekirine. Çi li Zap, Dêrsim, Helebçe û Enfalê dibe me mînakên van dîtin. Komkujiyên mezin pêk anîn, dîrokek reş nivîsîn lê encam nehat guhertin. Yên bin ketin cardin qetilkar bi xwe bûn. Li hemû cihên kurd lê dijîn êriş pêk tên. Li ku derê destkeftiyên me hebin li wir êriş pêk tên. Em van êrişan jî ji NATO û hêzên navneteweyî qut nabînin. Ji êrişên li Girê Spî heta Heftenîn, Cizîr, Kobanê, Hesekê, Efrînê û wekî din pêk tên ji hêzên navneteweyî ne qut e. Çawa ku îro li hemberî tecrîda binpêkirina mafê mirovan e bêdeng dimînin li hemberî jenosîdên li ser kurdan jî bêdengiya xwe diparêzin.”
 
‘Biryara me welatekî azad e’
 
Eyşeyê êrişên Tirkiyeyê yên di demên dawî de bi awayekî berfireh daye destpêkirin destnîşan kir û got: “Di salên dawî de gavên bernameyên xwe yên dagirkirina Kurdistanê hemû danîbûn û starta xwe ya ji êrişên DAÎŞ’ê dabû destpêkirin. Dixwazin tuxûbên dagirkeran daye diyarkirin ji nû ve diyar bikin. Parçeyên ku niha negihiştine Tirkiyeyê dixwazin bi dest bixin. Li ser bingeha tunekirina kurdan gavên xwe avêtin. Ji bo navê kurdan di nexşeya cîhanê de tune be ango li dijî hebûna me di nava bernameyan de ne. Gelê Kurd ku li pey doza şehîdan berxwedana xwe mezin dike destûra vê neda û îro li hemberî hemû nirxên me bernameyên xwe berfireh dikin. Gelê Kurd biryara xwe dabû. Biryara me welatekî azad e, jiyanek bi rûmet e.”
 
‘Polîtîkayên rejîma Sûriyeyê di warê tunekirinê de bûn’
 
Yek ji şahidên şoreşê rojnamevan Nehîr Pale têkildarî serhildanê wiha got: “Kantona Kobanê zêdetirî xwe ji pêkateya Kurd in, hejmareke gelekî kêm jî, ji pêkhateya ereb, tirkmen û ermen li Kobanê bi cih bûbûn. Vê yekê bandor dikir ku aliyê civakî, aborî û çandî yê pêkhateya Kurd li pêş be. Kobanê bû nasnameya Kurdîtiyê. Jixwe civaka Kobanê li ser sîstema êlan xwe bi rêxistin dikir. Her wiha di aliyê çandî, aborî, hunerî xwe parastin û xwestiye nûnertiya xwe bike, di aliyê siyasî û rêxistinî de jî di nava lêgerîna serxwebûnê de bû. Rêjîma Sûriyeyê qebûl nedikirin û rejîmê her dixwest wan paşverû bihêle û wan bifetisîne. Piştî parçekirina Kurdistanê beşek ji êlên Kobanê li aliyê serxetê man, ji ber vê yekê têkiliya di navbera Kobanê û Bakurê Kurdistanê de gelekî xurt bû. Gelê Kobanê bi rêya Tevgera Azadiyê jî êdî dest bi têkoşîna şoreşgerî kir, hestên wan ên welatparêziyê û hezkirina axê li pêş bûn. Ji ber vê yekê zemîna destpêkirina şoreşê li Kobanê amade bû û li benda pêşengiyê bûn.”
 
‘Dixwazin Sûriyeyê bi tevahî dagir bikin’
 
Nehîr da zanîn piştî ku şoreşê dest pê kir û Kobanê xweseriya xwe ragihand di aliyê parastinê de rêxistinkirina xwe berferehtir kir û wiha pê de çû: “Kobanê ji aliyê çeteyên Tirkiyeyê yên weke Artêşa Azad û Cebhet El-Nusra bi desteka Tirkiyeyê ve hatibû dorpêçkirin û her tim êrîşî Kobanê dikirin. Tiştê balkêş ew bû ku jin, mêr hemû kesî di Kobanê de çek radikirin û bi YPJ-YPG'ê re her li eniyên pêş bûn. Li gel êrîşên leşkerî Kantona Kobanê xwe ji hemû aliyan ve bi rêxistin kir. Saziyên xizmetguzarî, yên hunerî, ewlehiyê, aborî, tendurûstî û perwerdeyê hatin avakirin. Jin û ciwanan êdî rola xwe girtin û rêxistinkirina xwe berfirehtir kirin. Jixwe gelek malbatên Kobanê yên ku li bajarên Sûriyeyê yên dîtir bûn vegeriyan warê xwe û ciyê xwe di têkoşînê de girtin. Armanca çeteyên DAIŞ'ê ew bû ku Sûriyeyê bi giştî dagir bike. Kobanê yekemîn war bû ku li hemberî çeteyên DAIŞ'ê li ber xwe da û radestbûn qebûl nekir.”
 
‘Yekem car e civak xwe bi rê ve dibe’
 
Nehîrê bi lêv kir ku çeteyên DAIŞ'ê di raya giştî de xwe weke hêzeke ku tucarî têk naçe û kesek nikare li ber bisekine, dabû pênasekirin û heyanî dewletan nikarîbû li beramberî wan şer bikin û wiha got:"Her kes jixwe dabûn tirsandin û civakên ku ew qebûl nedikirin jî çareserî di koçberiyê de didîtin. Dema ku Kobanê radestbûn nepejirand û têkoşîn kir, li cîhanê kesên ku ji aliyê bîrdozî û wijdanî ve DAIŞ qebûl nedikirin berê xwe dan Kobanê û xwestin bibin parçeyek ji berxwedan û têkoşîna Kobanê. Ji hemû pêkhateyên Sûriyeyê, ji her çar parçeyên Kurdistanê, ji Ewropa li Kobanê di heman çeperê de têkoşîn kirin û Kobanê bû ciyê têkçûyîna DAIŞ'ê. Dewleta tirk a dagirker û hemû dewletên sermeyedar Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji ber projeya Rêveberiya Xweser ji xwe re risk dibînin. Bi rêya Rêveberiya Xweser cara yekem e ku ferd û civak dest pê dikin xwe bi rê ve dibin. Hemû pêkhate dikarin bi ziman û çanda xwe nasnameya xwe biparêzin, li çareseriyê bigerin, xwe bi rêxistin bikin. Civak dest bi şoreşa zîhnî kiriye û projeya Rêveberiya Xweser piratîze dike. Ji ber vê yekê Tirkiye wê her êrîşî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bike û wê hewl bide ku Sûriyeyê dagir bike.”
 
‘Şoreşa Kobanê rêya çareseriyê ye’
 
Nehîrê diyar kir ku Şoreşa Kobanê rêya çareseriyê ye û wiha bi dawî kir: “Eger mirov hêvî ji hêzên navneteweyî bike ku li beramberî dewleta tirk a dagirker bibe xwedî helwest wê ne di cih de be. Ji ber vê yekê Şerê Gelê Şoreşger ji bo Kobanê û hemû herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rêya çareseriyê ye û li gorî wê amadekariyên xwe di hemû aliyan de dikin. Jin Jiyan Azadî êdî ji warê dirûşme derketiye û bûye xeta têkoşîna jinê ya li hemberî zayendparêziyê û rêya guhertina zîhniyetê. Hêz dide hemû jinan ku xwe bi rêxistin bikin, dest bi têkoşînê bikin û li berxwe bidin."