Ne tîpa malê, girtîgeha Tîpa F

  • 09:04 4 Kanûn 2022
  • Medya Kritîk
 
“Cihê ku dewlet lê dixwaze rola li jinan ferz bike Girtîgeha Girtî ya Jinan e, ne ‘tîpa malê ye’. Di rêwitiya me ya revîrê ya 5 deqeyan de em bi evqas binpêkirin dibînin, hûn bifikirin li seranserê girtîgehê em çiqas binpêkirin dijîn.”
 
Oznur Deger*
 
Dema navê girtîgehan derbas dibe di hişê mirovan de gelek pirs rû didin. Gelo cihekî çawaye? Şert çawane? Gelo xwarin dikare bê xwarin? Mirov dikarin serê xwe bişon? Mirov li wir çawa dijîn? Em dikarin pirsên wisa zêde bikin. Sînorê pirsan tune. Girtîgeh cihekî tarî yê ku dawiya wê tuneye. Û her wiha cihekî berxwedana dîrokî. Girtîgeh beşek mezin a civakê ditirsîne, der barê girtîgehan de gelek gotin tê gotin nivîsin. Lê hîn bêtir e. Ya tê dîtin û piştperda vê.
 
Ji nûçegîhana TRT xweşikbûna girtîgehê
 
Demek berê min nûçeyek xwend. Nûçegîhana TRT’ê Elîf Akkuş hat girtîgeha em lê ne Girtîgeha Jinan a Sîncanê û nûçeyek ku girtîgeh xweş nîşan dida çêkiribû. Tişta dilê min de derbas bû ev bû, min got ji Elîf Akkuş re bêjim ku ‘herî baş hevpîşeyên te dikarin vê derê ji te re baş vebêjin’. Piştre cudahiyên fikr û îdeolojiyên me hat hişê min min nenivîsî. Wê li gorî îdeolojiya li wê hatibû ferzkirin nivîsî bû xweşikbûna girtîgehê. 
 
Ne rastî tiştên tên xwestin tên nivîsîn
 
Îhtîmalek mezin bi destura wezareta dadê (xwezî ji bo me jî bihata dayîn) ji bo kişandina dîmen û wêneyan hat girtîgehê û ji çend girtiyên edlî nêrîn girtiye û nûçe amade kiriye. Nûçe nîvê rupelekê bû. vê ez matmayî hiştim. Li şûna tiştên bihatanivîsin, tiştên hatibûn xwestin nivîsibû. Min ji gotina ewil ev fêm kiribû. Piştî çend hevokan, xweşikbûna girtîgehê hatiye vegotin. Girtîgeh wek cihekî ewle hatibû nîşandan, ev girtîgeh wek ‘tîpa malê’ ye, li vir her kes di ewlehiya dewletê de ye, gelek derfet ji bo wan tê venasîn. Yanî wisa dirêj dibe û diçe. Li hember tiştên min xwendin kenekî ez girtim û min got ‘yahu ev der çiqas xweş e’ û gelo ma her kes ji ber xetereyên derve ji xwe re bên vir...
 
‘Ji zaroka xwe re nikarim bêjim em girtîne’ 
 
Gotinên ku girtîgeh xweş nîşan didan û pesnê dewletê didan, ji roportajek yek paragrafî ya girtiyek edlî ku ji hişbirê hatiye girtin, didome. Ew jin li girtîgehê li zarokek xwe jî dinêre. Hevokên wekê ‘Zarok li vir di ewlehiyê de ne, di bin baskên dewletê de ne.’ Diçin kreşê jî. Her derfetê wan hene, min matmayî bihêle jî yek gotineke jinê ya ku heqîqetê berovajî dike, têrî her tiştî dike ‘Ez nabêjim em di girtîgehê de ne’. Berovajî nûçeya TRT’ê xuyaye ku girtîgeh ne evqas cihekî xweş e. Ew jin bi baldarî vê ji zaroka xwe vedişêre.
 
 Berovajî nûçeya TRT’ê ka werin em vegerin ser tiştên ku berovajî vê tên jiyîn.
 
Ez û Habîbe Eren bi hev re derdikevin revîrê. Korîdorek dirêj em têde derbas dibin û li ber beriyê revîrê bi gardiyanan re dipên. Li pêş me wêneyek wisa hebû, me dilê xwe de got xwezî wênekêşa me hebûya me bikişanda. Ev wêneyê ku bi salane çawa hewl tê dayîn îrada jinê bê kişandin û tenê jinê di wesfa dayikê de bihêlin bû. 5-6 jinên temenê wan navbera 18-25’an de zarokên xwe yên nexweş anîne  revîrê. Em 5 deqeyan li korîdorê sekinin. Em bi 5 zarokên temenê wan navbera 2-4’an de diguherin hatin hember hev. Nêrîn wan gelek mahsum bû, çavên wan biriqîn. Hemû dipan ku bên dermankirin. 
 
Ji ber kalîfer naşewitin zarok nexweş dikevin
 
Jineke ku ji ber westandina şevê zaroka xwe kiribû hembêza xwe û zaroka wê vedireşî, hewl dida bigihîne nexweşxaneya ku sewqa wan hatiye kirin. Zarokek bi Habîbeyê re dest bi lîstikê kir û ya din jî li pey xeyalê xwe direviya. Belê vî wêneyî nîşan dida her tişt berovajî nûçeya TRT’ê ye. Em dipan ku dor bê me, wê navberê jinekê gazincên xwe ji gardiyan re dikir. Digot kalorîfer naşewitin zarok nexweş ketine.  Digot em bin betaniyê de zor germ dibin, hemû zarok nexweş ketine.
 
Zîhniyeta ku serdest ferz dikin
 
Gardiyan dibêje ‘Tu jî li mala xwe runiştibaya, te li zarokên xwe mêze bikira, tu nehatibay vir’. Jinê jî got ‘Min çi dizanibû, min qet girtîgeh ditîbû’.  Gardiyan jî got ‘Ee dema te sûc kir qet nehat bîra te’. Berovajî nûçeya dewletê ya pesnê girtîgehan dida, zarok li vir ewlehiya wan tune. Zarok ji sermayê nexweş dikevin û bi saetan agirê laşê wan bilind dibe vedireşin. 
 
Ne tîpa malê tîpa F
 
Cihê ku dewlet lê dixwaze rola li jinan ferz bike Girtîgeha Girtî ya Jinan e, ne ‘tîpa malê ye’. Di rêwitiya me ya revîrê ya 5 deqeyan de em bi evqas binpêkirin dibînin, hun bifikirin li seranserê girtîgehê em çiqas binpêkirin dijîn.
 
*Rojnameger (Girtîgeha Jinan a Sîncanê)