Çeteleya şîdetê ya sala 2022'yan: 348 jin hatin qetilkirin

  • 09:11 31 Kanûn 2022
  • Çeteleya Tundîyê
 
Şehriban Aslan 
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Di sala 2022'yan de ji ber polîtîkayên bêcezahiştinê û neparastinê, 348 jin hatin qetilkirin û 206 jin jî bi awayeke bi guman jiyana xwe ji dest da. 
 
Li polîtîkayên desthilatdariya AKP-MHP’ê ku jin û zarokan hedef digirin her roj yên nû zêde dibin û bi israr der barê vê de tu tedbîr nayên girtin. Desthilatdarî li şûna li dijî tundiyê têbikoşe, jinên ku li dijî tundiyê dadikevin qadan hedef digirin. Li gorî çeteleya tundiya salekê bi sedan jin û zarok hatin qetilkirin.
 
Çile
 
Li gor çeteleya tundiyê ya ajansa me her meh amade dike di meha ewil a 2022'yan de 31 jin, 4 zarok hatin qetilkirin, 30 jin û 11 zarok bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest dan. Daraza mêr jî bi polîtîkayên bêcezahiştinê tundî paşguh kir û li dijî zarokan 11 bûyerên tecawiz û destdirêjiyê pêk hatin.
 
Bajarê herî zêde jin lê hat qetilkirin Stenbol e. Li Stenbolê 6 jin hatin qetilkirin. Li Enqereyê 3, li Dîlok, Mêrsîn, Afyon, Bûrsa, Îzmîr, Edene, Antalyayê jî 2 jin hatin qetilkirin. Di warê mirina bi guman de jî Şirnex û Antalya di rêza ewil de ne.
 
Sibat
 
Di meha sibatê de jî 24 jin û 2 zarok hatin qetikirin. 26 jin û 7 zarok bi guman jiyana xwe ji dest dan. Jin dîsa ji aliyê mêrên nêzî xwe ve hatin qetilkirin. Di meha Sibatê de hewldanên qetilkirinê hatin jiyîn û jin û zarokan parastina cewherî bikaranîn.
 
Li Stenbolê 4, li Samsunê 2, li Zonguldakê 1, li Rihayê 2, li Elezîzê yek, li Sakaryayê yek, li Sêwasê yek, li Uşakê  yek, li Burdayê 2, li Kocaeliyê 2, li Balikesîrê yek, li Konyayê yek, li Mersînê yek, li Duzceyê yek, li Mereşê yek, li Enqereyê yek, li Îzmîrê  jinek hat qetilkirin.
 
Adar
 
Di meha adarê de 26 jin hatin qetilkirin û 17 jin jî bi awayeke bi guman jiyana xwe ji dest da. 5 jin ji cihên bilind ketine û bi guman jiyana xwe ji dest dane.
 
Li gorî daneyan li Stenbolê 6, li Konyayê 3, li Bursayê 2, li Edîrneyê 2, li Denîzliyê yek, li Sakaryayê yek, li Kîlîsê yek, li Kayseriyê yek, li Antalyayê yek, li Orduyê yek, li Kirşehîrê yek, li Ispartayê yek, li Kocaeliyê yek, li Tekîrdagê yek, li Îzmîrê jinek hat qetilkirin.
 
Nîsan
 
Li gorî çeteleya ajansa me kom kiriye di meha nîsanê de 31 jin  û 3 zarok hatine qetilkirin û 12 jin û zarokek jî  bi guman jiyana xwe ji dest dane.  Di meha nîsanê de jî gumanbar bê ceza hatin hiştin û hewldanên xwe yên qetilkirinê domandin.
 
Li Stenbolê 7, li Edeneyê  2, li Îzmîrê 2, li Elezîzê 2, li Konyayê 2, li Erziromê 1, li Balikesîrê 1, li Aydinê 1, li Rihayê 1, li Sînopê 1, li Sarkayayê, li Burdunê 1, li Çorumê 1, li Gîresunê 1, li Şirnexê 1, li Trabzonê 1, li Boluyê 1, li Dîlokê 1, li Tekîrdagê 1, li Osmaniyê 1, li Muglayê jinek hat qetilkirin.
 
Gulan
 
Di meha gulanê de herî kêm 32 jin û 7 zarok hatin qetilkirin. 9 jin ji aliyê mêrên pê re zewicandî du heb ji aliyê mêrên ku biryara dûrxistina wan hebûn, 6 jin ji aliyê mêrên ku pê re di asta destberdanê de bûn hatin qetilkirin. Her wiha di vê mehê de li çar jinan jî îşkence hat kirin. 17 jin û 7 zarok jî bi guman jiyana xwe ji dest dan.
 
Li Stenbolê 8, li Enqereyê1, li Mersînê 1, li Îzmîrê 4, li  Duzceyê 2, Aksarayê 1, li Amedê 2, li Rihayê 1, li Şirnexê 1, li Wanê 2, li Aydinê 1, li Îdîrê 1, Bursayê1, Kocaeliyê 1, Çanakkaleyê 1, li Êlihê 1, Afyonê 1 û Eskişehirê jinek hat qetilkirin.
 
Hezîran
 
Di meha hezîranê de jî 31 jin û 8 zarok hatin qetilkirin. 24 jin û 3 zarok bi guman jiyana xwe ji dest dan. Her wiha hewl hat dayîn 12 jin bên qetilkirin. 
 
Li gorî daneyên me li Stenbolê 5, li Balikesîrê 2, li Ispartayê 2, li Zonguldakê 2, li Gîresûnê 2, li Îzmîrê 1, li Erziromê 1, li Bursayê 1, li Konyayê 1, li Çorumê 1 li Êlihê, li Denizliyê 1 kes, li Çanakkale 1, li Edeneyê 1, li Enqereyê 1, li Mûşê 1, li Kayseriyê 1, li Rîzeyê 1, li Antalyayê 1, li Edîrneyê jinek, li Dîlokê jinek û li Manîsayê jinek hatin qetilkirin. Bi giştî li 23 bajaran jin hatine qetilkirin.
 
Tîrmeh
 
Li gorî daneyên me ji ser çapemeniyê û çapemeniya civakî kom kirine di meha tîrmehê de 31 jin û 4 zarok ji aliyê mêran ve hatine qetikirin û 12 jin û 5 zarok jî bi guman jiyana xwe ji dest dane.
 
Li Stenbolê 8, li Îzmîrê 3, li  Mugla 2, Denizliyê 2, Konyayê 2, Yozgatê 1, Kocaeliyê 1, Mersinê 1, Balikesirê 1, Muşê 1, Eskişehirê 1, Kirşehirê 1, li Amedê 1, li Erzînganê 1, li Amasyayê 1, Enqereyê 1, Afyonkarahisarê 1, Bursayê 1, Ispartayê jinek hat qetilkirin.
 
Tebax
 
Li gorî daneyên me ji çapemeniyê kom kirine di meha tebaxê de 30 jin hatine qetilkirin û 18 jin jî bi guman jiyana xwe ji dest dane. Her wiha 6 zarok hatine qetilkirin û mirina 3 zarokan jî bi guman e.
 
Li Îzmîrê 5, Konyayê 3, Stenbolê 2, Edenê, 2, Aydinê 2, Çanakkaleyê 2, Sinopê 2, li Dîlokê 1,  Tekirdagê 1, Balikesîrê 1, Artvînê 1, Zonguldakê 1, Mereşê 1, Antalyayê 1, Afyonkarahisarê 1, Kilisê 1, Şinexê 1, Enqereyê 1 û Yozgatê jinek hatin qetilkirin.
 
Îlon
 
Di meha îlonê de jî mêran herî kêm 27 jin, 4 zarok qetil kirin. 13 jin û 5 zarok jî bi guman jiyana xwe ji dest dan.
 
Dîsa li gorî çeteleya me ji jinan 3 li Edenê, 3 li Stenbolê, 3 li Gîresunê, 2 li Gurgumê, 2 li Manêsayê, 1 li Bursayê, 1 li Amasyayê, 1 li Rihayê, 1 li Bartinê, 1 li Zonguldakê, 1 li Erzînganê, 1 li Rîzeyê, 1 li Mêrdînê, 1 li Antalyayê, 1 li Kirşehirê, 1 li Şirnexê, 1 li Dîlokê, 1 li Samsûnê û 1 jî li Nîgdeyê hatine qetilkirin.
 
Cotmeh
 
Li gorî çeteleya tundiyê ya ajansa me berhev kiriye, di meha cotmehê de herî kêm 36 jin ji aliyê mêran ve hatine qetilkirin, 5 jin bi hewldana qetilkirinê re hatine rû hev. 21 jin û 7 zarok bi guman jiyana xwe ji dest dan.
 
Mijdar
 
Di meha mijdarê de jî 31 jin hatin qetilkirin û 13 jin bi guman jiyana xwe ji dest dan. Li Stenbolê 6, li Îzmîrê 3, li Hatayê 2, li Antalyayê 2, li Manîsayê 2, li Denîzliyê 2, li Amedê yek, Bursayê yek, Qeyseriyê yek, Enqereyê yek, Muglayê yek, Uşakê yek, Dîlokê yek, Konyayê yek, Samsunê yek, Erziromê yek, Êlihê yek, Edenê yek, Kocaeliyê yek, Boluyê jinek hat qetilkirin.
 
Kanûn 
 
Li gorî daneyên ku me ji çapemeniyê kom kir di meha kanûnê de herî kêm 18 jin û 2 zarok hatin qetilkirin. Mirina 3 jinan bi guman e. 
 
Li Stenbolê 2, Amedê 2, Kocaeli 2, Îzmîr 2, Enqere 2, Riha 1, Bartin 1, Colemêrg 1, Ispartayê 1, Denîzlî 1, Antalya 1, Balikkesir 1, Eskîşehirê jinek hat qetilkirin. 7
 
Hinek geşedanên din yên hatin jiyîn wiha bûn:
 
Gulîstan Doku li ku ye?
 
Xwendekara Zanîngehê Gulîstan Doku ya di 5’ê Çileyê 2020’an de li Dêrsîmê winda bû, hîna nehatiye dîtin û di lêpirsîna hatiye vekirin de heta niha tu kes wek gumanbar nehat guhdarkirin. 1000 roj zêdetir e ji Gulîstanê agahî nayê girtin.
 
Li KCDP’ê doza girtinê
 
Li Platforma Em ê Kuştinên Jinan Rawestînin (KCDP) ku di 2012’yan de bi armanca kuştinên jinan rawestînin hat avakirin bi îdiaya ‘li dij qanûn û ahlaq faliyetan dimeşîne’ doza girtinê lê hat vekirin. Li dijî doza girtinê gelek saziyên jinan, aktîvîst û rêxistinên civaka sîvîl bertek nîşandan.
 
Peymana Stenbolê
 
Derbarê 10 dozên ku bi daxwaza betalkirina feshkirina Peymana Stenbolê hat vekirin de, li 10’emîn Daîreya Danişteyê runiştin hat dîtin.  Dozgerê Daniştayê mutala xwe aşkera kir û xwest biryar bê betalkirin. Serokê dadgehê got wê biryarê nivîskî bide. Piştre di meha tîrmehê de biryara Daniştayê rastî bertekan hat. Serlêdanên şexsî, partiyên siyasî, baor û rêxistinên jinan jî di 28’ê nîsan, 7-14-23’ê hezîranê de hatin dîtin. Lê feshkirina Peymanê hat erêkirin. Ev biryar li her derê hat protestokirin.
 
Li Îranê ‘jin jiyan azadî’
 
Jîna Mahsa Amînî di 14’ê îlonê de ji aliyê rejîma Îranê ve hat qetiklirin û li ser vê li hemû cîhanê çalakî pêk hatin. Li Kurdistan û Tirkiyeyê bi hezaran jin daketin kolanan û dirûşma ‘Jin jiyan azadî’ berz kirin.
 
Tecawizkar bereat kir
 
Serokê MHP’a Amedê Cîhan Kayaalp  ku ji destdirêjiya zarokan û kes ji azadiyê bêpar hiştin hatibû girtin, di 4’ê mijdarê de di runiştina hat dîtin de hat bereatkirin.
 
Li dijî zewacata zaroka 6 salî bertek
 
Damezrînerê Weqfa Hîranûrê ya girêdayî Cemaeta Îsmaîlaga Yusuf Ziya Gumuşel keça xwe ya 6 salî H.K.G di bin navê “mehra olî” de bi murîdê xwe Kadîr Îsteklî re zewicand û bû sedema destdirêjiya keça xwe. Piştî ku ev yek derket holê di nava rayagiştî de deng da û bertekên tund hatin nişandan. Çend sûcdar hatin girtin jî hêj jî nerazîbûna li hemberî neparastina zarokan didome. Di 20 sal desthilatdariya AKP’ê de ji ber politîkayên gîhandina nifşê oldar, di tarîkat û cemaetên zêde bûn de destdirêjî li hezaran zarokî hat kirin û bi dehan dosya hatin girtin. Li dijî vê li her derê jinan bertek nîşanê bûyerê dan.