Hejmara kesên di lehiyê de jiyana xwe ji dest dan zêde dibin

  • 14:03 13 Îlon 2023
  • Cîhan
 
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Hejmara miriyên ji ber lêhiya li Lîbyayê rabûye derket 5 hezar û 300 kesî û hat destnîşankirin ku herî kêm 10 hezar kes jî winda ne. 
 
Li Lîbyayê bîlançoya lehiyê her ku diçe zêdetir dibe. Ji ber lêhiyê du bendavên li bajarê Derne ku hejmara wê 100 hezar e, xera bûn. Hat destnîşankirin ku her du bendavên ji ber karesatê xera bûne, ji sedî 25’ê bajarê Derneyê xera bûye. Li gor agahiyên rayedaran li Derneyê 5 hezar û 300 kes jiyana xwe ji dest dane û herî kêm 10 hezar kes jî winda ne. 
 
Banga alîkariyê hat kirin
 
Rêxistina Heyva Sor a Navneteweyî (IFRC) daxuyand ku herî kêm 10 hezar kes winda ne. Şaredariya Derneyê rewşê weke “keraset” ragihand û ji bo piştgiriya “neteweyî û navneteweyî banga alîkariyê” kir. 
 
Li bajarê Bîngazî, Merc, Beyda, Suse û Derneyê rewşa awarte hate îlankirin, dibistan û kargeh jî hatin girtin. 
 
daxuyanıya who
 
Dîrektorê Giştî yê Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) Tedros Adhanom Ghebreyesus destnîşan kir ku ew ji bo çareserkirina pêdiviyên lezgînî li Libyayê bi şêniyên herêmê re hevpar dixebitin û anî ziman ku ew ê piştgiriya xizmetên tenduristiyê bidomînin. Ghebreyesus têkildarî karesatê li ser hesabê xwe yê X’ê wiha got: "Dilê min bi gelê Lîbyayê re ku bûne qurbanê Bahoza Daniel û lêhiya ku bûye sedema trajediyê."