ÎSÎG: Di nîsanê de 163 karkeran jiyana xwe ji dest dan

  • 14:55 10 Gulan 2024
  • Ked/Aborî
 
STENBOL - Li gorî rapora cînayetên kar a meha nîsanê ya Meclisa ÎSÎG’ê weşand, 5 jê zarok herî kêm 163 karkeran jiyana xwe ji dest dan. 
 
Meclisa Tenduristiya Karker û Ewlehiya Kar (ÎSÎG) rapora cînayetên kar a meha nîsanê weşand. Li gorî raporê di meha nîsanê de herî kêm 163 karkeran, di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dan. Hate destnîşan kirin ku ji 163 karkerên jiyana xwe ji dest dan 5 jê zarok, 8 jî ji 65 salî mezintir in û di her çar mehên ewil de 597 karkeran bi cînayeta kar jiyana xwe ji dest dane. 
 
Bi mirina 46 karkeran re Stenbol bajarê ku herî zêde cînayetên kar lê pêk hatin e, Antalya ya ku 7 karkeran jiyana xwe ji dest da jî bû bajarê duyemîn, Sakarya jî ku 6 karkeran jiyana xwe ji dest da bû bajarê sêyemîn.
 
ÎSÎG’a ku rapora xwe ya meha nîsanê diyarî 30 karkerên piştî şewata li kûluba şevê ya bi navê Masquerade ya li Beşîktaşa Stenbolê jiyana xwe ji dest dan kir, destnîşan kir ku ji bo parastina ji şewatê bergiriyên girîng nehatine wergirtin û her sê deriyên derketinê jî girtîbûne. 
  
Di raporê de belavkirina cînayetên kar jî cih girt. Li gorî vê ji ber perçiqîn û hezazê 35 karkeran; ji ber jehrîbûn û fetişine 32 karkeran, ji ber qezaya trafîkê û servîsê 27 karker, ji ber krîza dil û xwîna çûye ser mejî 16 karker, ji ber ketina ji bilindahiyê 13 karker, ji ber tundiyê 13 karker, ji ber girtina ceyranê 7 karker, ji ber întîharê 6 karker, ji ber birîn û qetînê 4 karker, ji ber ketin û lêketina objeyê 3 karker û ji ber sedemên din jî 7 karkeran jiyana xwe ji dest dan.