Ciwan bi dirûşma 'Jin jiyan azadî' dê dakevin qadan

  • 16:22 13 Îlon 2023
  • Cîhan
 
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Yekitiya Jinên Ciwan di çarçoveya hemleya “Jin, jiyan, azadî, serbixe azadî” de, eşkere kir ku dê li herêma Cizîrê di heya 15 rojan de çalakiyan li dar bixin.
 
Yekitiya Jinên Ciwan li bajarê Qamişlo di çarçoveya hemleya “Jin, jiyan, azadî, serbixe azadî” de daxuyaniyek da. Daxuyanî li ber avahiya Meclisa Werzîşê ya Herêma Cizîrê ji aliyê berdevka Yekitiya Jinên Ciwan li herêma Cizîrê Lîlav Ehmed ve hat xwendin.
 
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:
 
"Li Rojavayê Kurdistanê jin, xort, zarok û bi giştî Gelê Kurdistanê li dijî şerê hîna dewam dike, li hember êrişên dewleta Tirk derdikevin. Ji vî şerî herî zêde jin zirarê dibînin. Jin zarok, dayik, xwişk û birayên xwe, her wiha tax, kolan û jiyana xwe ji dest didin. Êrişên li ser nasnameya wan a zayendî û neteweyî her roj zêdetir dibin.
 
Tundî û êrişên li ser jinan sûcekî herî giran û dermirovî ye. Deshilatan jiyan li jinan û civakê teng kiriye. Her wiha dewleta Tirk jî li Kurdistanê her cure kiryar û sûcan dike.
 
Li Kurdistanê desthilat û dagirker baweriya xwe bi wekheviya jin û mêran naynin, ji jinên birêxistinkirî ditirsin û bi her awayî sûcan li jin û civakê dikin.
 
 Yekitiya Jinên Ciwan bi diruşma 'Jin, Jiyan, Azadî, serbixe azadî' li dijî tundiya li ser jinan hemleyek da destpêkirin. Hemle 15 rojan li dar dikeve û tê de komxebat, sînevîzyon, semîner, pêşbirkên wêne û spor, şanoya li kolanan û belavkirina broşûran û meşan hebin."