Ji ber lehiya li Lîbyayê herî kêm 10 hezar kesî jiyana xwe ji dest dan

  • 09:46 15 Îlon 2023
  • Cîhan
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Li gorî Heyva Sor a Lîbyayê li bajarê Dernayê ya ku lehiyê lê xistibû heta niha li gorî tespîtên wan 11 hezar û 300 kesan jiyana xwe ji dest dane û herî kêm 10 hezar kes jî winda ne.
 
Şaredarê Dernayê Abdulmenam Al-Ghaîthî diyar kir di lehiyê de kesên jiyana xwe ji dest dane dibe ku nêzî 20 hezarî bibe.  
 
Heyva Sor a Lîbyayê jî diyar kir li bajarê Dernayê ya ku lehiyê lê xistiye, heta niha 11 hezar û 300 kesan jiyana xwe ji dest dane.
 
Bi lehiyê de du bendavên li Dernayê teqiyabûn û herî kêm 30 milyon metrekup avê her tişt dabû ber xwe.