Girtiya nexweş piştî bi saetan hat dermankirin

  • 14:35 24 Îlon 2023
  • Cîhan
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Girtiya siyasî Sarvnaz Ehmedî ku li Girtîgeha Evînê girtî ye, duh li pey hev nobeda panîk atakê derbas kir. Sarvnaz Ehmedî piştî du saetan birin nexweşxaneya girtîgehê.
 
Şaxa 36’emîn a Dadgeha Cezayê Giran a Tehranê, parêzvana mafên mirovan Sarvnaz Ehmedî ku piştî qetilkirina Jîna Emînî li Îranê ji ber piştgirîkirina serhildana ‘Jin, jiyan, azadî’ hatibû desteserkirin, bi hinceta “hevdîtin bi armanca têkbirina ewlekariya neteweyî û lihev kirina veşartî” 3 sal û 6 meh cezayê girtîgehê lê hat birîn.
 
Sarvnaz Ehmedî tevî hevjînê xwe di xwepêşandanên 6’ê Mijdara 2022’an de li gelemperiya welêt hatibû girtin. Li gorî agahiyên ku hatine girtin, hat zanîn ku parazvana mafên mirovan a li Girtîgeha Evînê girtî gelek caran li pey hev nobeta panîk atakê derbas kiriye. Sarvnaz Ehmedî piştî du saetan bi hewldanên girtiyên din ên jin ji bo dermankirinê birin nexweşxaneya girtîgehê.
 
Hat diyarkirin ku dema hevjînê Sarvnaz Ehmedî yê Rojnameger Kamiyar Fakûr û 12 girtiyên din ji Girtîgeha Evînê sewqî Girtîgeha Gazalhasar a Karajê hatin kirin, parêzvana mafên mirovan pirsgirêkên derûnî jiyaye.