Talîban Julia Parsi girt

  • 13:37 28 Îlon 2023
  • Cîhan
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Talîbanê, aktivîsta mafên jinên Afgan Julia Parsî girtin. Tevgera Berxwedana Jinên Afganistanê, diyar kir ku bi girtina kesan hewl didin dengê bi milyonan jinan bibirin.
 
Parêzvanên mafên jinan ên li Afganistanê, diyar kirin ku Julia Parsî ya ku yek ji parêzvanên mafên jinan e ji aliyê "Îstîxbarata Talîbanê" ve hatiye girtin.
 
Li gorî nûçeyê, endamên Talîbanê avêtine ser mala Julia Parsî, şîdet li wê û kurê wê kirine. Endamên Talîbanê dûre Julia Parsî girtine û belge û eşyayên şexsî yên li mala wê desteser kirine. Nayê zanîn ku Julia Parsî birine ku derê.
 
'Girtin û îşkencekirina jinan, binpêkirina mafan e'
 
Têkildarî girtina Julia Parsî Tevgera Berxwedana Jinên Afganistanê, daxuyanî da û got: “Talîban, bi girtina Julia Parsî hewl dide dengê bi milyonan jinên Afganistanê bibire. Em zextên Talîbanê yên li dijî çalakgeran şermezar dikin. Girtin û îşkencekirina jinan, binpêkirina mafan e.”
 
Li welat herî dawî Neda Parwanî ya parêzvanên mafên jinan e bi hevjîn û zarokê xwe re hatibû girtin.