Xelata Tibê ya Nobelê dan Katalin Kariko

  • 14:05 2 Cotmeh 2023
  • Cîhan
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Xelata Nobelê dan Katalîn Karîkoya Macar û Drew Weîssmanê Emerîkayî ku pêşengtî ji bo vedîtina derziyên li dijî Covîd -19’ê kir.
 
Îsal Xelata Tibê ya Nobelê dan Katalîn Karîkoya Macar û Drew Weîssmanê Emerîkayê yên pêşentgiya vedîtina derziyên Covîd – 19’ê kir.
 
Her du zanyaran li Zanîngeha Pennsylvaniayê bi hev re dest bi xebatê kir. Destpêka keşfa wan sala 2005'an e.
 
Li gor şertên asayî, Komîteya Nobelê ji bo xelatkirina vedîtinên sereke yên wiha dima li hêviyê ku bi dehan salan dem di ser re bibuhure.
 
Xelata Tibê ya Nobelê ji berê heta bi niha, ji bo keşfên mezin ên wek tîrêjên X’ê, penîsîlîn, insulîn û DNA’yê û lobotomî û dermanê kêzikan, hatine dayîn.