Ji ber 'Kontrola zayînê' dozê li Danîmarkayê vedikin

  • 10:59 3 Cotmeh 2023
  • Cîhan
 
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Jinên ku di navbera salên 1966 û 70'î de bêyî daxwaz û destûra wan ji bo kontrola zayînê spîral bi wan hate ferzkirin, amadekariyê dikin ku dozê li dewleta Danîmarkayê vekin.
 
Li Gronlandê ku herêmeke xweser a ser bi Danîmarkayê ve ye, polîtîkayên kontrolkirina zayînê ya di salên 1960'î de li hemberî gelê xwecihî hatin meşandin dibin rojeva dadgehê.
 
Ji 4 hezar û 500 jin ên ciwan ên di navbera salên 1966 û 70'î de ji bo kontrolkirina nifûsa xwecihî spîrala kontrolkirina zayînê li wan hat ferzkirin. 67 jin daxwaza tazmînatê ji dewleta Danîmarkayê kirin. Eger hikumet vê daxwazê qebûl neke wê jin mijarê bixin rojeva dadgehê.
 
Psîkolog û aktîvîsta jin Naja Lyberth li ser mijarê ji rojnameya The Gûardîan re axivî û got, "Parêzerên me baş pê zanin ku mafên me yên mirovan û qanûn hatine binpêkirin." Lybertt anî ziman ku ew piştre bû xwedî zarok, lê belê gelek jinên ku spîral bi wan hat ferz kirin nekarî ducanî bibin û nekarî bibin dayik.
 
Dewleta Danîmarkayê û hikumeta Gronlandê têkildarî polîtîkayên dewleta Danîmarkayê yên navbera salên 1961 û 1990'î yên pêşîgirtina li ducaniyê ya li Gronlandê, dest bi lêpirsînekê kirin. Tê payin ku lêpirsîn sala 2025'an bi dawî bibe.
 
Wezîra tenduristî û karên hundir a Danîmarkayê Sophie Løhde têkildarî mijarê daxuyaniyek da û got, "Ev yek meseleyeke gelekî trajîk e û çîrokên wan jinan bandoreke giran li min kir. Şert e ku em vê mijarê bi kûrahî lêkolîn bikin, ji ber vê jî komeke lêkolîner bi rengekî serbixwe û bêalî lêkolînê dikin."