Hejmara kesên di lehiya Libyayê de mirin derket 4 hezar û 333'yan

  • 11:05 5 Cotmeh 2023
  • Cîhan
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Li gorî agahiyên hatine tomarkirin li Libyayê ji ber lehiyê hejmara qurbaniyan bû 4 hezar û 333 kesan û 8 hezar û 500 kes jî winda ne. 
 
Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) daxuyand ku li rojhilatê Libyayê hejmara kesên di lehiya di 10’ê îlonê de rû dabû û canê xwe ji dest dane, gihîştiye 4 hezar û 333 kesan. Berpirsê tîma tenduristiyê ya lezgîn ku li herêma Libyayê wezîfedar e Hale Hudari der barê rewşa tenduristiya li herêmê agahî da. Hale lehiyê wek “karesatê” pênase kir û ew li bajarê Derde ye û hilweşandina li wir bi çavê xwe dîtiye. 
 
Hale diyar kir ku li herêma karesatê 8 hezar û 500 kes winda ne û di nav qurbaniyan de 101 xebatkarên tenduristiyê jî hene û ev ji bo sektora tenduristiyê windahiyek mezin e.