Li Îsraîlê ‘rewşa şer’ hat îlankirin

  • 18:13 8 Cotmeh 2023
  • Cîhan
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Îsraîlê piştî êrişên Hamasê yên li ser Şirîta Gazeyê dan destpêkirin, “rewşa şer” ragihand. 
 
Li gorî Ofîsa Çapemeniyê ya Serokwezîrtiya Îsraîlê; Serokwezîr Binyamin Netanyahu, Wezîrê Parastinê Yoav Gallant, Serfermandarê Giştî yê Artêşê Herzi Halevi û rayedarên payebilind ên îstîxbarat û ewlehiyê “Rûniştina ewlehiyê” li dar xistin. Hat ragihandin ku piştî civînê li welêt “Rewşa şer” hate ragihandin û “ketina nava çalakiya mezin a leşkerî” hate erêkirin.