Bîlançoya qurbaniyên erdheja Efganistanê giran dibe

  • 12:28 9 Cotmeh 2023
  • Cîhan
 
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Di erdheja li Efganistanê de heta niha 2 hezar û 445 kesan jiyana xwe ji dest daye, 9 hezar û 240 kes jî birîndar bûne.
 
Li gorî ajansa Reutersê, hejmara qurbaniyên erdheja Efganistanê derket 2 hezar û 445 kesan, ya birîndaran jî gihîşt 9 hezar û 240 kesî. Hat ragihandin ku xebatên lêgerîn û rizgarkirinê dewam dikin û hikumeta Talîbanê ji bo alîkariya navneteweyî banga lezgîn kiriye.
 
Di 7'ê Cotmehê de li bajarê Herat ê Efganistanê ku nêzî sînorê Îranê ye erdhej çêbibû. Yek ji wan bi hêza 6.3 pêk hatibû. Erdhejê bandor li herêmên bakur rojhilatê Îranê jî kir.