Pevçûna di navbera Îsraîl-Filistinê de hejmara miriyan zêde dibin

  • 12:48 9 Cotmeh 2023
  • Cîhan
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Pevçûna di navbera Filistin û Îsrailê de ev sê roj in berdewam dike. Li gor zanyariyên çavkaniya Filistîn û Îsrailê dayîn hêjmara kesên ku di pevçûnan de jiyana xwe ji dest dane hezar û 100 derbaz kirine.
 
Di 7’ê Cotmehê de pevçûna ku Hemasê êrişî Îsrailê kir û Îsrailê jî bersîv dayî de sê roje berdewam dike. Îsraîl ragihand ku 700 Îsraîlê jiyana xwe ji dest dane û 2 hezar û 300 kes jî birindar bûne. Di nava birindaran de ên ku rewşa wan giran hene, ji ber vê yekê jî fikara ku hêjmara miriyan zêde bibe jiyan dikin.
 
Wezareta tendirûtiya Filistîn û Xezea, aşkira kir ku di êrişa Îsrailê de 78 jê zarok 413 kesan jiyana xwe ji dest dane, 2 hezra û 300 kes jî birindar bûne.  
 
Roja Şemiyê saet di 06.30’an de gava mîhrîcana muzîkê elektronîk li Îsraîlê, hêzên Hemasê êriş kir, qetlîam çêbû. Li cihê mîhrîcanê herî kêm cenazeyên 260 kesan hatin dîtin.
 
Berdevkê artêşa Îsraîlê Jonathan Conrîcûs bi şev li ser X ( bi navê xwe yê berê Twitter) peyamek weşand, got ku zêdeyê 1000 şervanên Hemasê êrîş kiriye.
 
Şer dewam e, rewş her ku diçe giran dibe. Artêşa Îsraîlê roja Yekşemê bi şev wan ji hewayê ve û bi topan zêdeyê 500 cihên Hemasê û Cihada Îslamî xistiye.
 
Ji roja ava bûye li ser erda Îsraîlê heta niha, tu şerekê wiha kujer têde çê nebûye. Roja sêyan a şer bi dehhezaran leşkerên Îsraîlî ji bo kontrolê ji destê şervanên Hemasê derbixin, xwe li nêzê Şerîda Xezeyê bi cih dikin.
 
Li gor rojnameva Haaretzê, roja yekşemê şer di navbera leşkerên Îsraîlî û 70 şervanên Filistînî de li qûntarên Be’erî yê li başûrê Îsraîlê berdewam bûye. Fikara artêşa Îsraîlê ew e ku li herêmê tûnêl di bin erdê de hene.
 
Serheng Rîchard Hecht daxuyanî da rojnamevanan, got: “Em hêj jî şer dikin. Li derdora Şerîda Xezeyê, li heft ya jî heşt cihan şerê şervanên me bi terorîstan re, berdewam e.”
 
Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî, roja Yekşemê bi lez û bez li hev civiya, lê bi pişt re tu daxuyanî nehat dayîn. Alîkarê sefîrê DYE’yê Robert Wood, wiha gazinc kir: “Gelek welatan êrîşên Hemasê şermezar kirin lê diyar e ku ne hemû ne.” 
 
Li gor nûçeya Wall Street Journalê ku çavkanî rayedarên payebilind ên Hemas û Hizbullahê ne, Îran, roja Duşemê ya çûyî, di civînekê de ku li Beyrûda paytexta Libnanê hatiye çêkirin, ji êrîşê re bi ser Îsraîlê de, gotiye erê. Tehranê got ku îdia derew e.