Dayîka Shani Louk a Hamasê ew revand banga alîkariyê kir

  • 14:36 11 Cotmeh 2023
  • Cîhan
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Dayîka Shani Louk Ricarda, da zanîn ku keça wê ya ku ji aliyê Hamasê ve laşê wê yê tazî li pişt wesayîtekê hatî teşhîrkirin, bêtevger hat dîtin û sax e banga alîkariyê kir.
 
Hat zanîn ku Shani Louk a 30 salî ku di êrîşa li dijî mîhrîcana aştiyê ya li nêzî sînorê Xezayê de ji aliyê endamên Hamasê ve dîl hatibû girtin û laşê wê yê tazî li pişt kamyonekê hatibû teşhîrkirin û bêtevger hatibû dîtin, sax e.
 
Dayîka Shani Louk a welatiya Elmanyayê Rîkarda, diyar kir ku ew bawer dike ku keça wê sax e. Ricarda diyar kir ku di destê wê de delîl hene ku keça wê sax e û diyar kir ku Shani Louk ji ber birîneke giran ji serê xwe li nexweşxaneyeke Xezayê tê dermankirin. Ricarda diyar kir ku wê ev agahî ji çavkaniyeke Filistînî ya nenas girtiye û diyar kir ku Shani Louk bi giranî birîndar bûye û ji hikûmeta Almanyayê alîkarî û tedbîrên lezgîn xwest.
 
Piştî pevçûnên ku 7’ê Cotmeha roja şemiyê dest pê kirin, wêneyên Shani Louk ji raya giştî re hatin eşkerekirin û hat diyarkirin ku malbatê Shani Louk wê ji pora wê ya bi rasta û deqên wê nas kiriye. Dayîka Shani Louk a ku tê gotin hemwelatiya dualî ya Elman-Îsraîl e, ev daxuyanî dabû:
 
“Îro danê sibê keça min Shani Nicole Louk, ku hemwelatiya Elman e, ji hêla Hamasê ya Filistînî ve ligel komek geştyaran li başûrê Îsraîlê hat revandin. Dîmenek keça min a di wesayîtekê de bi Filistîniyan re, ku bi eşkere xuya dike bêhiş e û li derdorê Şerîda Xezayê digere, hat şandin. Em daxwaz dikin ku hûn her şêwe alîkarî û agahiyê bidin me.”