Lîstikvaneke jin û derhinerekî Îranî hatin qetilkirin

  • 10:49 15 Cotmeh 2023
  • Cîhan
NAVENDA NÛÇEYAN - Lîstikvana îranî Vahîde Mihemedîfer û hevjînê wê derhêner Dariûş Mehrcûyî di mala xwe de bi îşkenceyê hatin û hatin qetilkirin.
 
Derhênerê Îranî Daryûş Mêhrcoyî û lîstikvan Vahîde Mihemedîfer li bajarê Kerecê li mala xwe ji aliyê kesekî yan kesên nasnameya wan nediyar ve hatin qetilkirin. Êvara roja Şemiyê 14’ê Cotmehê, polîs li ser agahiya cîranên wan çûn navnîşana ku her du kes lê dijîn û rastî cenazeyên Vahîde û Dariûş ên bi îşkence hatine qetilkirin hatin.
 
Polîsê Îranê derbarê komkujiyê de daxuyaniyek da û got, “Ev bûyer ji aliyê kesekî yan kesên nenas ve, ji ber sedemeke nediyar pêk hatiye û heta niha sedema kuştinê nayê zanîn. "Belge nîşan didin ku ev kuştin di encama birînên li stû û beşên laş de pêk hatiye," wî got.