Li Efganistanê erdhej

  • 11:32 15 Cotmeh 2023
  • Cîhan
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Efganistanê bi pileya 6.5 erdhej çêbû. Têkildarî ziyanên madî û canî tu agahî nehatin bidestxistin. 
 
Saziya Lêkolînên Jeolojiyê ya DYA’yê (ESGS) da zanîn ku li bajarê Heratê ya li bakurê Efganistanê bi pileya 6.5’ê erdhej çêbû. Hat ragihandin ku erdhej 8.2 km’an di bin erdê de pêk hatiye û erdhejokên li herêmê hêj didomin. Têkildarî windahiyên madî û canî tu agahî nehatin bidestxistin. 
 
Hefteyek berê jî li bajarê Heratê bi pileya 6.3’yê erdhej çêbûbû. Hikûmeta Efganistanê diyar kir ku xebatên lêgerîn û rakirina kavilan didome, hejmara miriyan 2 hezar derbas kiriye û zêdetirî 10 hezar kes jî bêmal mane.