Bi hezaran jin li Arjantînê hatin gel hev

  • 12:41 15 Cotmeh 2023
  • Cîhan
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Arjantînê bi hezaran jin di "36'emîn Civîna Jinan a Pirneteweyî" de hatin cem hev.
 
Li bajarê Bariloche yê Arjantînê bi hezaran jin di vekirina 36'emîn Civîna Jinan a Pirneteweyî ku wê 3 rojan dewam bike de hatin cem hev. Çalakî danê sibehê bi axaftina vekirinê ya rêberê ruhanî yê gelê Mapuche, gelên xwecihî yên herêma Patagonyayê Machi dest pê kir.
 
Maçî di axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya berxwedana gelên xwecihî ji bo parastina hebûna xwe û da zanîn ku divê têkoşîna li dijî dîroka kolonyalîzmê ya bi hezaran salan bilind bibe. Bi taybetî bal kişand ser azadiya girtiyên siyasî yên Mapuche û hemû girtiyên din ên siyasî.
 
Li dû axaftinê peyama sînevîzyonê ya ji aliyê Endama Koordînasyona KJK'ê Besê Erzîncan ve hat şandin li ser ekraneke mezin pêşkêşî temaşevanan hat kirin.
 
Di çalakiyê de bi banga Femînîstên Abya Yala û Tevgera Jinên Kurdistanê û komîteyên hevgirtinê wê mijara "Şoreşa Jinê ya li Kurdistan û Cîhanê" bê nîqaşkirin.
 
Dê ramanên xwe bi hev re parve bikin
 
Ev çalakî ji bo hişyarkirina mafên gelên xwecihî û parêzvaniya mafên jinan platformek krîtîk tê dîtin. Beşdar dê li seranserê çalakiyê li ser mijarên cihêreng ên girîng ramananên xwe bi hev re parve bikin.