Li Rojhilata Navîn zarokbûn.. (6)

  • 09:05 20 Nîsan 2024
  • Dosya
 
Li Lîbyayê di bin siya pevçûnan de zarokbûn…
 
Derya Ceylan
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Lîbyayê sûc û binpêkirinên mafan ên li hember zarokan, di demên pevçûn û bêîstîkrariyê de zêdetir dibin û berdewam dikin. Tevî hemû hewldanên mudaxaleya hikûmeta herêmî û civaka navneteweyî, pirsgirêkên wek binpêkirina mafan yên wekê bi zor leşkerî, îstîsmara zayendî, bazirganiya mirovan û binpêkirina mafê perwerdê, ewlehiya zarokan tehdîd dike.
 
Di 2011’an de piştî Bihara Ereban pevçûn û şerê navxweyî yê destpêkirin, li Lîbyayê sazbûna civakî û abortî ji kurahî ve hejand û zarok bê parastin hişt. Sûc û binpêkirinên mafan yên li hember zarokan, ji mijara navxweyî ya Lîbyayê wêdetir, bû pisgirêka mafê mirovan a navneteweyî. Di vî alî de li Lîbyayê parastina zarokan, hem ji bo gelê herêmî hem ji bo civaka navneteweyî wek mijareke lezgîn tê qebûlkirin.
 
Dema em binpêkirin û sûcên li hember zarokan bi berfirehî bigirin dest ev sernav dertên pêş:
 
“Hawira pevçûnê ya tevlihev:Li Lîbyayê hawira pevçûna tevlihev, raste rast zarokan dike xetereyê, di alî psîkolojîk, fîzîkî û pêşketina civakî de neyînî bandor dike. Zarokên ji aliyê komên çekdar ve bi zor ji bo leşkeriyê tên girtin, di eniyên pevçûnê de şerkirin li wan tê ferzkirin. Ev jî dibe sedema travmaya li ser wan û demên dirêj pirsgirêkên psîkolojîk dijîn.
 
*îstîsmara zayendî û bazirganiya mirovî: Îstîsmara zayendî û bazirganiya mirovî, yek ji pirsgirêka esas a ku zarokên li Lîbyayê tehdîd dike ye. Kom û kesên ku valahiya ewlehiyê wek derfet dibînin, zarokan direvînin, îstîsmar dikin û bi zor didin xebitandin.
 
*Xwegîhandina xizmeta perwerde û tenduristiyê:Pirsgirêkên pevçûn û ewlehiyê, di mijara xwegîhandina xizmetên perwerde û tenduristiyê de pirsgirêkên mezin diafirîne. Gelek dibistanî xesar dîtiye an jî hatine girtin. Pirsgirêkên di xizmetên tenduristiyê de jî  rê li ber pirsgirêkên mezin vedike." 
 
Penaber û binpêkirinên mafan
 
Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî di sala 2020’an de raporek weşand û got Lîbya ji bo penaberan cihê derbasbûnê ye û dema derbasbûnê de gelek binpêkirinên mafan tên jiyîn. Di raporê de hat destnîşankirin ku penaber bi îşkence, qetiklirin, destdirêjî û bi zor xebitandinê re tên rû hev. Ev sûc piranî jî li hember zarokan pêk tên. Rêxistina Mafê Mirovan, Yekitiya Ewropayê û dewletên endam, jiyan û rûmeta mirovan piştgûh dike, polîtîkayên ku penaberan dike xeleka bipêkirina mafan pêk tîne. Nûnera Rêxistina Efûyê Dîana Eltahawy got: “YE û dewletên endam, mafê mirovan tune dihesibîne.” Rapora mijara gotinê balê dikşîne ser krîza di mafê mirovan de û diyar dike ku ji ber binpêkirina mafan divê çalakiyên hîn bi bandortir pêk bên. 
 
Mudaxaleya neteweyî û navneteweyî
 
Di binpêkirina mafan ya li hember zarokan de bertekên netewî û navneteweyî mijara gotinê ye. Yek ji van bertekan jî hewldanên qanûnî û polîtikin. Hikûmeta Lîbyayê, di mijara pêkanîna tahudan de qels dimîne.Civaka navneteweyî, NY û rêxistinên mafê mirovan ji bo parastina mafê zarokan a li Lîbyayê zextan zêde bike jî çareseriyek nedîtiye.
 
Rola civaka sivîl
 
Yek ji mudaxaleyên din jî ji rêxistinên civaka sivîl hat. Rêxistinên civaka sivîl yên herêmî û navneteweyî di mijara parastina zarokan û piştgiriyê de xebatên girîng dimeşîne. Ev rêxistin ji bo derfetên perwerdehiyê pêk bînin, piştî travmayê piştgiriyê bidin, ji nûve bi jiyana civakî bidin qezenckirin projeyên cur bi cur pêş dixînin.
 
Berpirsyariya hevpar
 
Li Lîbyayê sûc û binpêkirinên mafan, pisgirêkek tevlihev ya divê bi kurahî û piralî bê destgirtinê ye. Parastina zarokan û piştgiriya ji bo zarokan ne tenê di asta neteweyî divê di asta navneteweyî de bi awayekî kordîne bê kirin û ev bi van hewldanan bê baş bibin. Ewlehî û aramiya zarokên li Lîbyayê berpirsyariya civaka neteweyî û navneteweyî ye û ev berpisyarî jî muxaleyên bi bandor û çarseriyên mayînde ferz dike.