Di doza Meşa Şevê ya Femînîst de biryara beraetê hate dayîn

  • 13:14 2 Gulan 2024
  • Hiqûq
 
STENBOL - Derheqê 33 jê jin bi giştî 35 kesan de bi sedema tev li Meşa Şevê ya Femînîst bûne doz hatibû vekirin û di dozê de biryara beraetê hate dayîn. 
 
Di 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de li Beyoglû ya Stenbolê “Meşa Şevê ya Femînîst” hat lidarxistin. Bi hinceta tevlibûna meşê derheqê 33 jin bi giştî 35 kesan de doz hatibû vekirin. Di dozê de biryara beraetê hate dayîn. Kesên dihatin darizandin bi îdiayên “Muxalefeta li dijî Qanûna hejmar 2911 a Meşên Civîn û Xwepêşandanan”, “Ji bo peywirê nedin kirin li ber xwe dane” û “Zirar dane malê cemaweriyê” dihatin darizandin û ji 3 salan heta 10 salan cezayê hefsê dihat xwestin. Danişîna 10’emîn a dozê li 58’emîn Dadgeha Cezayên Giştî ya Stenbolê hate lidarxistin. 
 
Dozgerê dozê di mutalaaya xwe de ji bo her yekî ji îdiaya “Bêçek tev li meş û xwepêşandanên derqanûnî bûne û tevî hişyariyê jî bi xwe belav nebûne” ji 6 mehan 3 salan cezayê hefsê dixwest. Her wiha dozger ji bo îdiayên “Ji bo peywirê nede kirin li ber xwe daye” û “Zirar daye malê cemaweriyê” jî got ku ev sûc nehatiye tespîtkrin û ji bo tevekan daxwaza beraetê kiribû. 
 
Di danişîna îro de dadgehê ji bo tevahiya bersûcan biryara beraetê da.