Ayşegul Dogan: Divê makezagona nû demokratîk û sivîl be

  • 13:46 10 Gulan 2024
  • Ramyarî
 
ENQERE - Berdevka DEM'ê Ayşegul Dogan, diyar kir ku divê makezagona nû demokratîk û sivîl be û diyar kir ku biryara di doza Kobanê de bê girtin dê girîng be.
 
Berdevka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Ayşegul Dogan li Navenda Giştî ya Partiyê mijarên di rojevê de nirxand. Ayşegul, di serî de rojnameer Celal Başlangiç bi bîr anî. Ayşegul, piştre jî rojevên civîna Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) vegot. Ayşegul, diyar kir ku di mitînga 1’ê Gulanê de bajarek hatiye dorpêçkirin û bal kişand ser bi dehan kesên ji ber 1’ê Gulanê hatine binçavkirin. 
 
Hilbijartina li Curnê Reş
 
Ayşegul Dogan bi bîr xist ku dê di 2’yê Hezîranê de li navçeya Curnê Reş a Rihayê hilbijartin bê lidarxistin û wiha got: “Me 2 roj berê starta hilbijartinê da. Ji kesên dibêjin hilbijartin di mercên demokratîk de hatin lidarxistin re dixwazim pêvajoya li Curnê Reş bi bîr bixim. Di şeva 31’ê Adarê de li Curnê Reş ji ewil pusulayên dengan hatin şewitandin. Piştre peywirdarên sindoqê hatin derbkirin. Serdozgeriya Komarê ya Curnê Reş lêpirsîn da destpêkirin û 7 kes hatin girtin. Her 7 jî endamên lijneya hilbijartinê ya navçeyê yên AKP’î bûn. Tevî van, şandina daneyan jî hate sekinandin. DEM Partiyê ferqeke 521 dengan bi ser ket. Lê hilbijartina me qezenc kirî dîsa dubare kirin. Niha jî dixwazin Curnê Reş bi rêya kompasê bi dest bixin. Dê xelkê Curnê Reş xwedî li îradeya xwe derkeve û banga me ew e ku ferqa 521 dengan hêj mezintir bikin û di 2’yê hezîranê de xwedî lê derkevin.” 
 
Têkildarî êrişa li dijî avahiya DEM Partiyê ya Bêrecûkê jî Ayşegul Dogan wiha got: “Yên li dijî xespkirina maf a li Curnê Reş bêdeng mayîn, di mijara êrişa li dijî avahiya me ya navçeyê jî bêdeng mane. Berpirsyarên encamên texmînî yên li Bêrecûkê ew kes in ên van qewimînan jinedîtî ve tên, dengê xwe dernaxin û dibin şirîk in.” 
 
'Biryara Doza Komploya Kobanê wê girîng be'
 
Ayşegul Dogan, wiha dom kir: “Li rexekî nîqaşên têkildarî destûra bingehîn didomin. Em qala kevneşopiya partiyeke ku bi dehan sala ye ji bo destûra bingehîn a demokratîk û sivîl têdikoşe dikin. Baş e lê ma sivîlbûna destûra bingehîn bi tena serê xwe bes e? Na. Divê nû be û demokratîk be. Divê destûra bingehîn, peymaneke civakî be. Divê li ser bingeha lihevkirinê û xwedî wesfa peymana civakî be. Rê û rêbazên ji bo çêkirina destûreke bingehîn a demokratîk û nû ji hêla partiya me mijareke girîng e. 
 
Ji bo destûra bingehîn nû be, divê nîşan bidin ku bi temamî dev ji ya berê berdane. Yek ji nîşaneyên vê yên herî girîng jî dê Doza Kompasê ya Kobanê ye ku dê di 16’ê Gulanê de bê lidarxistin. Lewma jî dê biryarên di Doza Kompasê ya Kobanê de girîng bin. Em careke din banga hestiyariyê li gel dikin. 
 
Yek ji mijara di MYK’a me de hatiye nîqaşkirin jî asayîbûna di siyasetê de bû. Bi dervehiştina gelên bindest, nasnameyên cuda, ziman û baweriyan re mimkin nîne asayîbûnek çêbibe.” 
 
Dê hevdîtin berdevam bikin
 
Piştre jî Ayşegul Dogan pirsên rojnamegeran bersivand. Ayşegul Dogan ji bo pirsa “Li ser hevdîtinên di navbera partiyan de hûn çi difikirin?” ev bersiv da: “Hevdîtinên neqeba partiyên siyasî de derheqê hemû mijarên welêt tê gotubêjkirin. Partiyên siyasî derheqê rojeva siyasî ya Tirkiyeyê de fikrên xwe, gumanên xwe û nêzîkatiyên xwe tînin ziman. Ev hevdîtin dê berdewam bikin. Ji serî de heta niha jixwe daxwaza Partiya DEM’ê ev bû ku milê muxalefeta Tirkiyeyê mezintir bibe, xurttir bibe û her dem danûstendin di neqeba wan de çêbe. Ji bo hemû pirsgirêkan jî wekî rêya çareseriyê jî DEM Partî dibêje rê û rêbazên danûstendinê, guftûgokirinê divê berfirehtir bibe. 
 
Me ji bo makezagoneke nû berdêlên mezin dan
 
Herwiha makezagon jî yek ji wan xalan e ku tê nîqaşkirin. Lê ji ji partiya me destûra bingehîn, nêzîkatiya partiya me ew e ku em dixwazin rê û rêbazên partiya desthilatdar bibînin. Gelo ew ê bi çi rê û rêbazê vê destûra bingehîn bê amadekirin. Ya duduyan me weke partiyê ji bo makezagoneke nû berdêlên mezin dan. Ev rojev ne rojeveke nû ye ji bo me. Li ser vê jî xebatên me hene û bi salan in em van xebatan dikin. Yanî ev mesele ji aliyê hinan ve nayê rojeva me. Em her dem dibêjin divê ev makezagona ku dema derbeya leşkerî hatiye çêkirin divê bê guhertin. Lê îro em li Tirkiyeyê gihane wê merheleyê ku îcar ew makezagon bixwe tê binpêkirin. Niha di nav van şert û mercan de çawa û bi çi rengî wê makezagoneke nê bê çêkirin? Em dixwazin bersiva vê pirsê bibînin. Herwiha em nasekinin. Em jî amadekariyên xwe dikin. Me hin komîsyon ava kirine. Komîsyoneke meclisê heye, ji xeynî wê komîsyonek jî dê li navenda me li ser makezagonê bixebite. Wê çawa gel tev li vê pêvajoyê bibe, kesên ku divê fikrên wan bên stendin dê çawa beşdar bibin em dixebitin. Makezagon lihevhatina welatekî ye. Li ser vê jî divê lihevhatina civakekê çêbe. Bê lihevhatina civakê ew makezagon nabe nû. Em naxwazin ev makezagona ku niha em li ser diaxivin careke din bê makyajkirin, ambalaja wê bê guhertin an jî hin guhertinên biçûk ne esas bên çêkirin. Divê tu kes nekeve vê xeletiyê.”  
 
Kes nikare îradeya Curnê Reşê jî têk bibe
 
Pirsa têkildarî hilbijartina Curnê Reş jî Ayşegul Dogan wiha bersivand: “Li Curnê Reşê di hilbijartinê de me stend jixwe. Di şeva 31ê Adarê de hemû hewldanên partiya desthilatdar ji bo ferqa ku di neqeba me de derketiye anku 521 ferq rayan bûn. Dîsa jî desthilatdar biryara nûkirina hilbijartinê da. Yanî ev ne edalet e, ev ne heq e, ev ne hiqûq e. Ez pêşiya vê bi 2 rojan li Curnê Reşê bûm. Civaka wir pir aciz bû. Ne neheq in ji ber ku îradeya wan, vîna wan, keda wan li ber çavê dinyayê tê xesbkirin. Partiyên muxalefetê bêdeng nemînin. Ev mesele tenê meseleya DEMê nîne. Kesên çûne li wir ray şewitandine diyar in, kesên ku çûne li berpirsyarên sindoqan xistine ew jî diyar in. Welê çêbûye ku 7 kes hatine girtin, lê kes nabêje ka em binêrin li Curnê Reşê li qewimiye. Ev jî têrê nake ev 2 roj in li Bîrecukê kesên diyar aşkera radibin êrişî partiya me dikin lû dîsa jî rê li ber wan nayê girtin. Niha li Bîrecukê tiştek bi kesî bê berpirsyar kî ye? Desthilatdar berpirsyar e. Em ji vir careke din dibêjin bi rojan e xelk li ber şaredariya xwe xwedî li îradeya xwe derdikeve, xelk naxwaze bi lîstokan şaredariya wan ji wan bê dizîn. Ez dizî ye. Bi van lîstina tu kes nikare îradeya Curnê Reşê jî têk bibe. 2’yê Hezîranê em ê careke din bi ser bikevin.”