OHD’ê rêveberiya xwe ya nû diyar kir: Em ê hîn xurtir têbikoşin

  • 19:06 20 Nîsan 2024
  • Rojane
STENBOL - Di 3’yemîn Lijneya Giştî ya Asayî ku Şaxa OHD’a Stenbolê rêveberiya xwe ya nû diyar kir de bal hat kişandin ser tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çalakiya girtî li dijî vê dimeşînin. 
 
 Şaxa Komeleyên Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) ya Stenbolê 3’yemîn Lijneya xwe ya Giştî ya Asayî li Navenda Çand û Hunerê ya Nazim Hîkmet a Şaredariya Şîşliyê pêk anî. Ji bilî Hevseroka Giştî ya ÎHD’ê, endamên ANYAKAY-DER’ê, malbatên girtiyan, hiqûqnas û nûnerên partiyên siyasî tev li bûn. Li eywanê pankartên “Ji mirovên azad ber bi civaka azad ve em ê hiqûqa azadîxwaz ava bikin” , “Tecrîd sûcê mirovahiyê ye” hatin daliqandin.  
 
Di lijneya hilbijartina dîwanê hate kirin de Firat Epozdemîr, Çagla Leyla Kaya û Raziye Ozturk weke dîwan hatin hilbijartin. Lijne piştî rêzgirina ji bo kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane dest pê kir. 
 
‘Tecrîda li Îmraliyê nayê qebûlkirin’
 
Yek ji endamên dîwanê Firat Epozdemîr ê di lijneyê de ewilî axivî, bal kişand ku daraz ji Dadgehên Îstîklalê û Dadgehê Ewlehiyê yên Dewletê (DGM) yên berê ne cûdatir e û wiha got: “Dadgehên vê serdemê li gorî dadgehên berê biryarên gelekî giran didin. Weke ku hûn hemû dizanin li Girtîgeha Îmraliyê tecrîdeke li dijî birêz Ocalan tê meşandin heye. Bi tu awayî agahî jê nayên girtin. Ez ewilî weke mirovekî pişt re wekî hiqûqnasekê vê dibêjim. Ev tecrîd nayê qebûlkirin. Em hêvî dikin ku bi vê lijneyê re di rojên pêş de em tecrîda li Îmraliyê rakin. Her wiha hêviya me ew e ku hempîşeyên me yên di girtîgehê de bên berdan.”
  
‘Em ê têbikoşin’
 
Hevserokê Giştî yê OHD’ê Serhat Çakmak jî diyar kir ku ji damezrandina OHD’ê ve li cem kesên bindest cih digirin. Serhat bi lêv kir ku neheqî û bêhiqûqiya li Tirkiyeyê ji kodên damezrîner ên dewletê tê û wiha got: “Weke parêzeran ev 15 sal in em li dijî vê neheqî û bêhiqûqiyê têdikoşin û di heman demê de berdêlên mezin didin. Di vî şerê têkoşînê de gelek hevalên me jiyana xwe ji dest dan.  Em ê di rojên pêş de li dijî vê neheqî û bêhiqûqiyê têkoşîneke xurtir bimeşînin.”
 
‘Girtî li dijî tecrîdê têdikoşin’
 
Yek ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Rêzan Sarica jî destnîşan kir ku girtîbûna 25 salan a Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji aliyê normên hiqûqî ve nayê qebûlkirin. Rêzan, bal kişand ku tecrîda heyî bi îşkenceya sîstematîk re bisînor namîne û wiha got: “Pêvajoya ku em îro tê re derbas dibin gelekî cuda ye. Em 37 meh in ji muwekîl û hevalên xwe agahiyê nagirin. Li hemberî azadiya birêz Ocalan û daxwazên gelê kurd girtiyan di dest bi çalakiya greva birçîbûnê kiribûn. Niha jî ew bi dawî kirin û derbasî qonaxeke din bûn. Niha li girtîgehan bi hezaran girtî dernakevin dadgehan, hevdîtina bi malbatan re û bi telefonan naaxivin. Girtî ji bo tecrîda li Îmraliyê were rakirin têkoşîneke cuda didin.”
 
Rêveberiya nû hat diyarkirin
 
Piştî axaftinan sînevîzyona li ser xebatên OHD’ê hate nîşandan. Pişt re raporên xebat û malî yên komeleyê hatin xwendin. Piştî raporên hatin xwendin rêveberiya nû hate diyarkirin. Rêveberiya OHD’ê ya nû wiha ye: “Eda Onal, Îshak Demîrel, Vedat Çagritekîn, Necal Mizgîn Argiş, Ayşe Ozdemîr, Rezan Gezer, Serkan Kiliç, Rûken Kalin, Şukru Alpsoy, Veysel Demîrkaya, Yasemîn Soydan, Habat Demîrcan, Emrah Baran, Eylem Arzû Kayaoglû, Emrah Ersoy û Gazel Kulug.”