‘Girtina Makbuleya 82 salî rêbazek din a qetilkirinê ye'

  • 10:38 23 Nîsan 2024
  • Rojane
 
Nazlıcan Nujîn Yildiz 
 
İZMİR- Jinên ku bertek nîşanî careke din girtina Makbule Ozer a piştî rapora ATK'ê ya "Dikare di girtîgehê de bimîne" dan, diyar kirin ku biryar siyasî ye û gotin ku ev rêbazeke nû ya kuştinê ye.
 
Makbule Ozer a ku li navçeya Artemêt ya Wanê bi îdiaya "alîkariya rêxistinê kiriye" hat girtin û di 9'ê Gulana 2022'an de 2 sal û mehek cezayê girtîgehê lê hat birîn, di 7ê Îlona 2022'an de, cezayê wê ji ber nexweşiyên wê salekê hat paşxistin û hatibû berdan. Lê piştî Rapora ku Saziya Tiba Edlî (ATK) ya "Dikare di girtîgehê de bimîne" Makbuleya 82 salî dîsa hat binçavkirin û piştî ku hat  giritn  birin Girtîgeha Girtî ya Jinan a Tîpa T a Wanê. Hate hînbûn ku wê Makbule sirgûnî Girtîgeha Tîpa R a Xerpêtê bikin, jinên bertek nîşanî girtina Makbule ya ku gelek nexweşiyên wê hebûn dan û gotin  ku ATK li gorî daxwaza hikûmetê tevdigere.
 
'Ev zilam dewletê ya li ser gelê Kurd e'
 
Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Îzmîrê Vezan Karabulut ku bertek nîşanî ji nû ve girtina Makbule Ozer a ku beriya niha bi rapora ku nikare di girtîgehê de bimîne hat berdan da û da zanîn ku Makbule Ozer û nexweşên din ên girtî ji ber polîtîkayên dewletê ketine bin şert û mercên xerab. Vezan got, “Li girtîgehê hiştina jina nexweş a 82 salî nîşaneya zextên li ser gelê Kurd in û zilma li ser Makbûleyê jî ji ber kurdbûna wê ye."
 
Ji girtiyên nexweş re azadî
 
Vezan, anî ziman ku bi girtina Makbule re polîtîkayên dewletê yên li ser gelê Kurd bi zelalî dîtine û got, "Di roja îro de li girtîgehan ji bilî Makbule Ozer gelek girtiyên nexweş  û extiyar hene. Pêdiviya wan bi lênêrînê heye, divê bên tahliyekirin. Girtî di bin tecrîdê de ne. Zarokên ku bi dayikên xwe re di girtîgehê de ne hene. Ji ber vê yekê em banga azadiya girtiyên nexweş dikin û em dibêjin em ê têkoşîna xwe ya li dijî girtina girtiyên nexweş di girtîgehê de bidomînin."
 
'Mebest ji girtina jina 82 salî ya girtî çi ye?'
 
Rêvebera Bajarê Îzmîrê ya  DEM Partiyê Ayfer Yildirim diyar kir ku beriya niha ji Makbule raporeke "Nikare di girtîgehê de bimîne" wergirtibû, lê dîsa şandin girtîgehê û diyar kir ku birina Makbûleyê ya girtîgeha Tîpa R jî pirsgirêkek din e. Ayferê diyar kir ku divê feraseta maf, hiqûq û edaletê ya kesên ku ev biryar girtine bê lêpirsînkirin û wiha got: “Li gorî min desthilatdariya heyî ji jinan bi taybetî ji jinên Kurd ditirse. Mebesta ji girtina jina 82 salî çi ye? Divê em çi fêm bikin? Soza me ji wan re ew e ku em ji bo pêkhatina maf, hiqûq û edaletê kolanan neterikînin. Em ê ji derve  bibin dengê girtiyan."
 
'Girtina Makbule Ozer rêbazeke din a kuştinê ye'
 
Ayferê, anî ziman ku edalet wê bi têkoşîna jinan pêk were û destnîşan kir ku saziyên li Tirkiyeyê bi awayekî azad biryaran nagirin. Ayfer da xuyakirin ku di vê mijarê de jî weke her mijarê biryarên siyasî tên dayîn û got, "Li gorî daxwaza desthilatdariya siyasî bersivê didin." Ayferê diyar kir ku girtina Makbuleyê rêbazeke din a kuştinê ye û wiha got: "Girtîgeh cihekî ku jineke 82 salî nikare xwe lê bigire ye. Mixabin li girtîgehê gelek kes hene, lê bi taybetî li hember jinan  zext zêdetir in. Bi baweriya min haya wan jê heye ku têkoşîna jinan pir xurt e û ev yek wan ditirsîne. Li gorî min şandina dayika Makbule û hevalên mîna wê di girtîgehên wiha de tê wateya îmzekirina biryara mirinê."
 
'Di navbera biryarên ATK'ê de nakokîyek mezin heye'
 
Aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Şukran Adiyaman jî diyar kir ku di navbera biryarên ATK'ê de nakokîyeke mezin heye. Şukran, anî ziman ku ev biryar tenê biryareke siyasî ye û got, “Mirovek di vî temenî de teqez nikare bikeve girtîgehê. Pergal ji me re dibêje, 'tu Kurd î, çi pîr, çi ciwan, çi zarok.' ferq nake û wekî dixwazim ez ê we ceza bikim." 
 
'Ger em bibin yek dê êrîş vala derbikevin'
 
Şukranê diyar kir ku ev hemû êrîş wê bê encam bin û got, “Destkeftina dawî ya li Wanê ev yek nîşanî me da. Em çiqas xurt bibin, gelê Kurd çiqasî bibe yek, em çiqasî bi hev re bin, wê demê em ê bigihîn armanca xwe. Kurd her tim hebûne û dê hebin."