Emine Şenyaşar: Yên zarokên min kuştin li min dozê vedikin ?

  • 16:52 23 Nîsan 2024
  • Rojane
 
 
ENQERE - Emîne Şenyaşar di roja 85'an a Nobeda Edaletê ya li ber Wezareta Dadê de bertek nîşanî hikûmetê da. Emîneya ku bi hinceta heqaret li Serokkomar Tayyip Erdogan kiriye doz lê hatibû vekirin wiha got:"Yên zarokên min kuştin li min dozê vedikin ? "
 
Nobeda Edaletê ya Emîne Şenyaşar a ku hevjîn û 2 kurên wê di 14'ê Hezîrana 2018'an de li navçeya Pirsûsê ya Rihayê ji aliyê parêstvan û xizmên Parlamenterê AKP'ê yê berê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin, li ber Wezareta Edaletê di roja 85'an de dewam kir. 
 
Emîneya ku bi hinceta heqaret li Serokkomar Tayyip Erdogan kiriye doz lê hatibû vekirin wiha got:"Yên zarokên min kuştin li min dozê vedikin ? Hêza me êdî têra Erdogan nake em wî hewaleyî xwedê dikin. Zarokên min kuştin nexweşxane bi xwîna zarokên min şuştin. Ez bi salan e li edliyeyan digerim. Êdî bes e. "
 
Her wiha Sevînç Çakir ku kurê wê piştî hewldana derbeya 15’ê Tîrmeha 2016’an hat girtin, ji çalakiya ku ji aliyê Emîne Şenyaşar ve hatibû destpêkirin bi bandor bû û çalakiya xwe ya rûniştinê ya li ber Wezareta Edaletê ku dabû destpêkirin berdewam kir. Sevincê daxwaza edaletê dubare kir.