DEM Partî û HDK’ê êrîşên li hember çapemeniya azad şermezar kir

  • 21:15 23 Nîsan 2024
  • Rojane
STENBOL - DEM Partî û HDK'ê êrişên li ser Çapemeniya Azad şermezar kirin û diyar kirin ku hikûmet bi êrişan nikare encamê bi dest bixe û gotin: "Çapemeniya azad wê serî netewîne.”
 
Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Stenbolê û Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) têkildarî binçavkirin û êrişên li ser Çapemeniya Azad ên li Enqere, Stenbol û Belçîkayê, li Rêxistina DEM Partiyê ya Stenbolê daxuyaniyek dan. Hevserokê HDK'ê yê Stenbolê Alî Bal, parlamenterên DEM Partiyê yên Stenbolê Çîçek Otlu, Ozgul Sakî, rêveberên bajêr û navçeyan û rêxistinên kedê beşdarî daxuyaniyê bûn.
 
Di civînê de Hevserokê DEM Partiyê yê Stenbolê Murat Kalmaz axivî û diyar kir ku di roja rojnamevanên kurd de binçavkirina rojnamevanên kurd girîng e û bal kişand ser serdana Serokê AKP'ê Erdogan a li Iraq û Hewlêrê. Murat wiha got: “Piştî serdanê ev operasyon pêk hatin. Ev operasyonên li dijî Çapemeniya Azad nîşaneya pêvajoya pêşerojê ye. Kevneşopiya Çapemeniya Azad nêzî 40 salî ye; Em ê li hemberî van êrîşan serî netewînin.”
 
‘Fêdeya şer ji tu kesî re tuneye’
 
Hevberdevkê HDK'ê Alî Bal jî diyar kir ku AKP-MHP'ê piştî têkçûnê li deriyên welatên emperyalîst xistin û wiha axivî: “Bi taybetî operasyonên li Belçîkayê tên kirin nayên qebûlkirin. Em dixwazin diyar bikin ku em vê helwesta êrîşkar a ku li dijî hiqûqa Ewropayê ye, şermezar dikin. Desthilatdar hewl didin bi şer û talanê hêza xwe biparêzin. Divê demildest dev ji van polîtîkayên şer berdin. Ev yek wê tu fêdeyê nede gelên Tirkiyeyê."
 
‘Çapemeniya azad teslîm nabe’
 
Parlamentera DEM Partiyê ya Stenbolê Çîçek Otlû diyar kir ku ji ber AKP di hilbijartinên xwecihî de têk çû, li hemberî Çapemeniya Azad êrîş pêk anî û wiha got: “Me dît ku hikûmet li hemberî vê têkçûnê çiqas bêçare bû. Pêngava wî ya ewil desteserkirina mazbataya hilbijartinê ya li Wanê bû, lê gelê me bertekek rêxistinkirî da vê yekê. Ev êrîşa li ser çapemeniyê jî bi desteserkirina îradeya li Wanê ve girêdayî ye. Xebatkarên çapemeniyê yên ku rastiyê dinivîsin û dibêjin, tu carî nayên bêdengkirin. Çapemeniya Azad şopdarên Apê Mûsa ye. Çapemeniya Kurd ti carî teslîm nabe.”