Ji rojnamegeran bertek: Wê nikaribin dengê me qut bikin

  • 09:08 24 Nîsan 2024
  • Rojane
 
Pelşîn Çetinkaya
 
AMED - Li Belçîkayên bi awayekî hevdem bi ser studyoyên Sterk Tv û Medya Haber TV’yê de hatin girtin. Rojnamegeran der barê êrîşê de nêrînên xwe anîn ziman û gotin: “Dixwazin li ser gelê Kurd komkujiyê bikin. Ev jî beriya komkujiyê ye. Wê nikaribin dengê Kurdan qut  bikin. Çapemeniya Azad bêdeng nabe.”
 
Li Belçîkayê duh di saetên şevê de bi ser studyoyên Sterk Tv û Medya Haber TV’yê de girtin. Di saetên sibehê de jî li Stenbol, Enqere û Rihayê 8 rojnameger hatin binçavkirin. Operasyonên hevdem ên li hember çapemeniya azad di heman demê de rastî serdana serokomarê AKP’yî Tayyîp Erdogan yên li Iraq û Başurê Kurdistanê pêk hatiye. Bertekên li dijî operasyonê didomin. Rojnamegeran bertek nîşanê rewşê dan.
 
‘Sedema êrîşan windakirina hilbijartinan e’
 
Rojnameger Nurcan Yalçin da zanîn ku sedema êrîşan windakirina hilbijartinan e û wiha got: “Bi şev bi ser studyonên Medya Haber û Stêrk TV de girtin. Sibehê jî li Enqere û Stenbolê rojnameger hatin girtin. Ji ber windakirin dixwazin wisa pêşî li çapemeniya Kurd bigirin. Terza dewletan a li dijî Kurdan û çapemeniya Kurd her tim ev bû.”
 
‘Êrîşek topyekun heye’
 
Nurcanê wiha dirêjî dayê: “Piştî serdana Tayyîp Erdogan a li Başurê Kurdsitanê ev êrîş pêk hatin. Em dikarin bêjin ku ev girêdayê hev bûn. Li hember Kurdan êrîşek topyekun heye. Beriya vê li hember Zap û Metînayê operasyon hatin kirin. Bi van zextan me nikarin bêdeng bikin. Em bang dikin ku demildest hevalên me berdin. Em operasyonan şermezar dikin.”
 
‘Hewldana êrîşê ya li hember Kurdan’
 
Hevseroka Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) Dîcle Muftuoglu jî wiha anî ziman: “Ev êrîş ne êrîşa yekemîn e. Me pêvajoya hilbijartinê nû li pey xwe hişt. AKP ji bo kursiya xwe winda neke serî li her rê da. Çapemeniya azad jî hemû nêlêrêtî bi cîhanê da bihîstin. Tiştên li wir hat jiyîn teşhîr kir. Di hilbijartinan de bû partiya duyemîn. Ji ber vê jî dest bi êrîşan kir. Di 2 salan de bi 6 operasyonên cuda 35 rojnameger hatin girtin û bi darizandinan hatin berdan. Dixwazin rastiyê veşêrin. Lê wê çapemeniya azad rastiyan her tim ragîhîne.”
 
‘Dixwazin dengê çapemeniya azad qut bikin’
 
Rojnameger Ceylan Akbaşli jî ev tişt anî ziman: “Bi salan e li hember çapemeniya azad êrîş didomin. Ev êrîş piştî ku Erdogan çû Başûrê Kurdistanê destpê kirin. Bi van êrîşan dixwazin dengê gelê Kurd qut bikin. Li Belçîkayê êrîşê Medya Haber û Stêrk Tv kirin. Piştre jî li Stenbol û Enqereyê hevalên me binçav kirin. Dixwazin dengê gelê Kurd qut bikin. Ev êrîş di esasê de parçeyek plana komkujiyê ya AKP’ê ye.  Faşîzma AKP-MHP’ê dixwaze li ser Kurdan komkujiyê bike. Ev amadekariya wê ye. Lê ew nikarin dengê gelê Kurd qut bikin. Em ê rojnameger li dijî vê têbikoşin.”