Tulay Hatîmogullari: Gel guhertin vebijart

  • 13:16 24 Nîsan 2024
  • Ramyarî
 
ENQERE - Hevserokên Giştî yê DEM Partiyê tevlî civîna hevşaredaran bûn û diyar kirin ku gel tercîha xwe ji bo guherînê kiriye.
 
Hevserokên Giştî yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan li navenda giştî ya partiyê bi hevşaredaran re civiyan. Di civînê de dê encamên hilbijartinê bên nirxandin û nexşerêya serdema nû were diyarkirin. Tulay û Tuncer beriya civînê rojevên heyî nirxandin. 
 
Tuncer, diyar kir ku wan di hilbijartinên 31’ê Adarê de serkeftineke mezin bi dest xistine û hemû kesên keda wan di serkeftinê de heye pîroz kir. Tuncer, got ku ew ê layiqê gelê xwe bin. Bi domdarî Tuncer 109’emîn salvegera Qirkirina Ermenan bi bîr xist û qurbanî bi bîr anî. Tuncer, xwest ku dewlet bi qirkirinê re hevrû bibe û got ku ew ê ji bo vê têbikoşin. 
 
'Berxwedana Wanê mînak e'
 
Tuncer, destnîşan kir ku îradeya gel di hilbijartinan de bandor li encaman kiriye û wiha got: “Ev îrade jî îradeya aştî, demokrasî û azadiyan e. Em ê bi hev re xwedî li vê îradeyê derkevin. Zîhniyeta qeyûmperest û ya şaredarîvaniya xerab winda kir. Gelê me bi ser ketin. DEM Partiyê bi serkeftina xwe cara ewil têkçûneke mezin bi îktîdara AKP-MHP’ê da jiyîn. Banga me ji bo îktîdar û muxalefetê ew e ku encamên hilbijartinê rast bixwînin. Divê di rojê pêş de ev îradeye esas were girtin û di serî de pirsgirêka kurd, pirsgirêkên din bên çareserkirin. Me gotibû ‘yên meseleya kurd çareser nekin dê têk biçin’ û wisa bû. 
 
Îktîdara ku peyama gel a 31’ê Adarê fêm nekirî, niha ji bo destûra şer bigire welat bi welat digere. Ji bo pirsgirêka kurd hêj jî hêviya wan operasyonên leşkerî ne. Ev rê û rêbaz bi dehan caran hatin ceribandin lê encamek jê derneket. Em ê teqez rê nedin vê. Dixwazin têkçûna xwe ya hilbijartinê bi rijandina xwîn û hêsiran veşêrin. Lê encamên hilbijartinê ji xwe banga ‘ji şer re na’ bû. Banga ‘bila pirsgirêk bi rêyên demokratîk bên çareserkirin’ bû. Lê fêm nakin. Bi sedan operasyonên leşkerî hatin kirin lê encamek jê nehat girtin. Pêdiviya vî welatî ne bi mirina ciwanên kurd û tirk, bi mitabeqeteke mezin a civakî û çareserkirina pirsgirêka kurd a bi rêyên demokratîk heye. Heke aştî bê dê hinek tune bibin lewma serî li şer, gef û tundiyê didin. 
 
Piştî her hilbijartinê tiliya xwe li me dihejînin. Lê em careke din dibêjin; êdî siyaeta girtinê û gefan bi dawî bûye. Me tu caran serî li ber van gef û şantajan serî netewand û dê netewînin. Vaye berxwedana Wanê mînaka vê ye. Em careke din dibêjin; em bibiryar in ku aştî û demokrasiyê bînin vî welatî û heta hemû gel û bawerî li gorî destûreke bingehîn a demokratîk tên birêvebirin jî dê têkoşîna me bidome.  
 
Em şaredariyan ne weke qadên rant, partîperestî û hwd. dibînin; ji bo me qada xizmeta herî baş a ji gel re ye. Piştrast bikin ku her tişta hûn dikin bandorê li siyasetê dike. Karê sereke yê şaredariyên me, xizmetkirina gel e. Siyaseta ku bi gel re pêwendiyên baş didane, siyaseta xizmetê siyaseta rast e. Lewma divê em tevek li gorî vê rêgezê tevbigerin.” 
 
'Me êrişên îdeolojîk qebûl nekir'
 
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari jî got ku pêşhilbijartinên wan di cîhanê de tecrûbeya ewil bû. Tulay diyar kir ku DEM Partiyê mîrateyeke girîng ji siyaseta Tirkiyeyê re hişt. Tulay zehmetiyên di xebatên hilbijartinê de jiyayîn rêz kir û da zanîn ku tevî her zext, nelirêtî, derhiqûqtî û hwd. jî wan serkeftineke mezin bi dest xist. Tulay, wiha pê de çû: “Hevalên hêja dema me kampanyaya hilbijatinê dimeşand me 3 hedef danîbûn pêşiya xwe. Ya yekemîn; wergirtina şaredariyên qeyûm lê hatine tayînkirin; ya duyemîn; zêdekirina destkeftiyên nû yên li destkeftiyên sala 2019’an; ya sêyemîn jî paşdexistina faşîzma AKP-MHP’ê li tevahiya Tirkiyeyê. Di her sê hedefan de jî em bi ser ketin. 
 
Divê encamên van hilbijartinan baş bên xwendin. Ev yek erk û berpirsyartiya me ye. Gelên me ji AKP-MHP’ê ku dixwazin faşîzm, otorîterbûn û zîhniyeta qeyûmperest mayînde bike re got ‘bisekine.’ Gel ji faşîzm û rejîma qeyûm re got ‘na.’ Gelên me tercîha xwe ji bo guherînê kir. 
 
Hêj jî mudaxileyî şêweyê jiyanê yê jinan tê kirin. Jinan di vê hilbijartinê ji feraseta otorîter û polîtîkayên şerê taybet re gotin ‘bisekine.’ Me pergala hevserokatiyê û nûnertiya wekhev bi cih anî. Ev yek ne tenê ji bo gelên Tirkiyeyê û jinan, ji bo gelên tevahiya herêmê û cîhanê tecrûbe û destkeftiyeke girîng e. Me êrişên îdeolojîk ên li dijî destkeftiyên jinan qebûl nekir.” 
 
Piştî axaftinan, civîn ji çapemeniyê re girtî domiya.