'Herî zêde jinan para xwe ji aloziya li Sûriyeyê girtin'

  • 09:06 10 Gulan 2024
  • Rojane
 
Mîdye Miqted
 
ŞEHBA - Hevseroka Desteya Aborî û Çandiniyê ya Kantona Efrîn-Şehbayê, Zelox Bekir têkildarî aloziya li Sûriyeyê dewam dike da zanîn herî zêde jinan para xwe ji vê yekê girtin û wiha got:"Bi taybet rêgirî û ambargoya Hikumeta Şamê ya ku li ser koçberan dewam dike û wan ji hemî pêdiviyên jiyanî qut dikin. Her wiha koçberên Efrînê bi êrîşên dewleta tirk a dagirker rû bi rû ne. Lê belê têkoşîna ya li dijî ambargoya Hukumeta Şamê û êrişên dewleta tirk dewam dike. "
 
Aloziya li Sûriyeyê, ambargoya hukumeta Şamê ya li ser kurdan û êrişên dewleta tirk ên li ser kurdên li Rojavayê Kurdistanê dewam dikin. Li dijî van êrişana jî têkoşîna jiyanê ji aliyê kurdan ve tê dayin. Li dijî zilm û zordestiyê têkoşîn dewam dike. Hevseroka Desteya Aborî û Çandiniyê ya Kantona Efrîn-Şehbayê, Zelox Bekir têkildarî aloziya li Sûriyeyê dewam dike ji JINNEWS'ê re nirxandin kir. 
 
'Jin û civak berdêla vê aloziyê didin'
 
Zelox Bekir di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser dirêjbûna aloziya heyî ya li Sûriyeyê û wiha dest bi nirxandina xwe kir:"Aloziya Sûriyeyê 12 salên xwe derbas dike. Ev alozî ya herî dirêj bû. Dewletên derve bi erka çareseriyê ranebûn. Loma jî alozî dirêj bû. Ev alozî û şer li Sûriyeyê gelek dirêj bû, ji sala 2011'an ve hatiye destpêkirin û heta niha em di sala 2024'an de ne û hîna alozî dewam e. Rejîma BAAS'ê napejirîne ku bi binketina xwe ya di Sûriyeyê de eşkere bike. Her wiha ji bo çareserkirina vê aloziyê bi erka xwe jî weke dewlet ranebe. Êdî civaka Sûriyeyê jî nema vê qeyrana berdewam dike bipejirînin ji ber ku yên berdêlên giran ên vê aloziyê didin dîsa jin û civak in."
 
'Li Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê jin bûn pêşeng'
 
Zeloxê bal kişand ser rewşa jinan a di nava aloziya Sûriyeyê de û wiha pê de çû:" Di nava vê aloziya domdar de yê ku herî zêde par girt jin bû. Ji ber ku dema li cihekî şer diqewime barê herî giran dikeve ser milê jinê. Jin ji hemî aliyên civakî, çandî, siyasî û aborî bi bandor dibin her wiha ji koçberiyê para xwe digire. Lê bi taybet li herêmên Xweseriya Demokratîk li Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê jin ji tevahî pêkhate û netewan bi hev re dijîn û ji bo vê aloziyê xwe radestî çaranûsê nekirin. Xwestin êşa xwe bikin berxwedan. Lewma bûn pêşengên vê şoreşê. Niha li herêmên Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê jin bi xwe biryara xwe dide û di her qadê de cihê xwe girtin. Ji ber ku em dibînin dema ku jinek zane be tevahî civak ber bi pêşketinê ve diçe."
 
'Herî zêde jin tên hedefgirtin'
 
Di dewamiya axaftina xwe de Zeloxê da eşkerekirin ku dema jin xwedî li xwe û civaka xwe derdikeve ev yek li xweşiya dijminan nayê û wiha domand:"Di herêmên Xweseriya Demokratîk de jin xwedî li xwe û civaka xwe derdikeve, xwe bi rêxistin dike lê belê ev yek jî li xweşiya dewletên desthilatdar, hegemon û xwedî zihniyeta kevneperest nayê lewma giranî dide ser hedefgirtina jinê. Bi taybet di herêmên dagirkirî de hemî cureyên tundiyê bi serê jinan de tê. Jixwe ev herêmên di Sûriyeyê de jî hatine dagirkirin ji aliyê dewleta tirk ve ji bo pêkanîna berjewendiyên xwe ne da ku dijminatiya xwe bi gelê kurd re eşkere bike. Loma jin herî zêde tê hedefgirtin, kuştin û tecawizkirin. Êdî ji ber dagirkeriyê civak jî westiya. Herêmên Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê ji êrîşên dewleta tirk a dagirker bêpar namîne. Dîsa jî jin xwe li hember hemî cureyên şer diparêzin. Têkoşîn û berxwedana xwe didomîne. Her wiha di hevpeymanên civakî de jî cihê xwe digire."  
 
'Koçberên Efrînê bi êrîşên dewleta tirk rû bi rû ne'
 
Di axaftina xwe de Zeloxê bal kişand ser siyaseta hikumeta Şamê û ya dewleta tirk a li ser koçberên Efrînê ku ji siyasetên li ser herêmên dagirkirî dimeşe ne cuda ye û wiha domand:"Siyaseta ku dewleta tirk û hikumeta Şamê li ser koçberên Efrînê dide ferzkirin ji siyaseta ku îro li ser herêmên dagirkerî didin meşandin ne cuda ye. Îro koçberên Efrînê li Şehbayê di astengî û aloziyan re derbas dibin. Bi taybet rêgirî û ambargoya Hikumeta Şamê ya ku li ser koçberan dewam dike û wan ji hemî pêdiviyên jiyanî qut dikin. Her wiha koçberên Efrînê bi êrîşên dewleta tirk a dagirker rû bi rû ne. Lê belê têkoşîna ya li dijî ambargoya Hukumeta Şamê û êrişên dewleta tirk dewam dike. "
 
'Divê li deng û daxwaza gel bê guhdarîkirin'
 
Di dawiya axaftina xwe de Zeloxê da zanîn ku heta aloziya Sûriyeyê were çareserkirin divê hikumeta Şamê li dengê gel guhdarî bike û got:"Ev alozî gelek wêrankirin bi xwe re anî. Ji bo ku ev alozî bê çareserkirin û Sûriyeyek azad û demokratîk bê avakirin divê tevahî dewlet û rêxistinên heyî xwedî li gel derkevin û li deng û daxwaza gel bê guhdarîkirin. Her wiha projeya xweseriya demokratîk esas were girtin."