Dayikên Aştiyê: Bila tecrîd bê rakirin

  • 09:04 18 Gulan 2024
  • Rojane
 
RIHA - Dayikên Aştiyê yên Rihayê der barê tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan de axivîn û diyar kirin ku divê tecrîd demildest bê rakirin.
 
Jinên Kurd ên zarokên xwe di şer de winda kirine di 1999’an de Însiyatîfa Dayikên Aştiyê ava kirin û ji wê rojê de ye ji bo aştiyê têdikoşin. Dayikên Aştiyê yên Rihayê der barê tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan de, girtîgeh û têkoşîna dimeşînin de axivîn.
 
‘Bila êdî dayik negirîn’
 
Dayika Aştiyê Makbule Yavuzer da zanîn ku ji bo dayik rondikan nebarînin divê aştî pêk bê û got: “Em aştiyê dixwazin. Em dixwazin serokatiya me û girtî bên berdan. Di heman demê de Dayikên Aştiyê jî girtîne û di bin îşkenceyê de ne. Bila bên berdan. Em dixwazin aştî pêk bê û dayik negirîn. Emîne Şenyaşar edaletê dixwaze, wek hemû dayikan. Êdî bes e.”
 
‘Bila zext û îşkence bidawî bin’
 
Aynzilha Bînîcî jî daxuyakirin ku divê tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bidawî be û wiha nêrînên xwe anî ziman: “Em dixwazin ku em di hawirek aştiyane û aram de bijîn. Bila ev zext û îşkence bidawî bin. Em bi hev re bin. Em ji hev re zor û zehmetiyan dernexînin û bila rojên xweş hebin. Em ji bo aştiyê li vir in. Em dixwazin zilm û tecrîda li ser sreokatiya me bidawî be.”
 
‘Bila Îşkence bidawî be û aştî pêk bê’
 
Acîle Kaçim jî wiha nêrînên xwe anî ziman: “Bila ev îşkenceya li girtîgehan bidawî be. Bila tecrîda li ser serokatiyê rabe. Em nikarin tiştekî bikin. Bila êdî bidawî be ev îşkence û aştî pêk bê. Em ji bo mafên xwe hatine vir. Êdî bes e.”
 
‘Bila aştî pêk bê’
 
Ji dayikên Aştiyê Îslîm Demîr jî destnîşan kir ku ji bo jiyanek aram hewce bi aştiyê heye û wiha dirêjî dayê: “Ez hemû hevalên xwe silav dikim. Ez jî aştiyê dixwazim, bila tecrîda li ser serokatiyê rabe û deriyên girtîgehan vebe. Li ser gelê Kurd zilm tê meşandin. Her kes hat girtin, ciwanên me li girtîgehan rizyan. Bila dayik negirîn. Bila aştî û azadî pêk bê.”
 
‘Em şer naxwazin’
 
Ferîde Polat jî destnîşan kir ku ew Dayikên Aştiyê ne, aştiyê dixwazin û wiha domand: “Bila êdî xwîn nerêje. Bila tecrîda li ser serokatiya me rabe. Bila zilm û îşkenceya li girtîgehan bidawî be. Em şer naxwazin. Bila ev tecrîd bidawî be bila ji zindanan cenaze dernekevin.”
 
‘Bila îşkenceyên li girtîgehan bidawî be’
 
Ayşe Çîçek ku got birayê wê Alî Çîçek li girtîgehê di greva birçîbûnê de jiyana xwe ji dest dabû jî ev tişt bi lêv kir: “Em hemû dayikên aştiyê ne. Em aştiyê dixwazin. Li girtîgehan berxwedan heye. Me jî şehîdên xwe di vê rê de dan. Di rojiya mirinê de dan. Ez xwişka Alî Çîçek im. Alî Çîçek ket greva birçîbûnê û di roja 63’yan de şehîd ket. Wê demê şert pir zehmet bûn. Ev demek dirêj e em ji serokatiya xwe agahiyê nagirin. Êdî bila ev tecrîd bidawî be. Bila ev îşkence bidawî be. Em aştiyê dixwazin.”
 
‘Diyariya herî xweş a ji bo dayikan aştî ye’
 
Aynur Kiliç jî ev nirxandin kir: “Wek me di pankarta xwe de jî gotiye, diyariya herî mezin a ji bo dayikan aştîye. Yekane daxwaza dayikên di Nobeta Edaletê de ne aştî ye. Bila kezeba dayikan neşewite, bila xwîn nerêje. Em li alî aştiyê ne.”
 
‘Em bibin yek ku vê zilmê ji holê rabikin’
 
Aslihan Çîftçî jî daxuyakirin ku ji bo tecrîda li girtîgehan rabe divê bibin yek û wiha dawî lê anî: “Ez li hember dayikên xwe bi rêzdarî serî ditewînim. Ez dewleta ku berpirsê vê tundiyê ye şermezar dikim. Li zindanan bêdadiyek mezin heye. Malbat nikarin biçin hevdîtinan. Li girtîgehan tecrîdek mezin heye. Em xwedî li berxwedana zindanan derdikevin û heta dawî em li pişt wan e. Divê em bibin yek û piştgiriyê bidin hev ku vê tecrîdê bişkînin. Ez ji hemû dayikan re serkeftinê dixwazim. Dilê me bi wan re ye.”